Li Somalê teqîn: Bi kêmanî 8 kes mirin

Di teqîna li paytexta Somalê Mogadîşûyê pêk hat de herî kêm 8 kes mirin, 16 kes birîndar bûn.

Li Somalê teqîn: Bi kêmanî 8 kes mirin
15 hezîran, 2019   17:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li dijî nuqteyeke ya kontrola polîsan a li nêzî parlementoya li paytexta Somalê Mogadîşûyê êrîşek bi wesayîteke bombebarkirî pêk hat. Di êrîşê de bi kêmanî 8 kes mirin, 16 kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyên xizmeta tenduristiyê daxuyaniyek da û gotin: “Li gorî agahiyên destpêkê ketin destê me 8 kes mirin, 16 kes jî birîndar bûne.

Tevgera Şebab êrîş girt ser xwe.