Konê sersaxiya malbata Şehîd Mîtan Qamişlo û şehîd Agirî li Qamişlo hate vedan

Şêniyên bajarê Qamişlo di bin konê sersaxiyê yê malbatên şehîd Mîtan Qamişlo û şehîd Agirî Qamişlo de diyar kir ku ew xwedî derfeta avakirina civaka demokratîk û azad in.

 Konê sersaxiya malbata Şehîd Mîtan Qamişlo û şehîd Agirî li Qamişlo hate vedan
15 hezîran, 2019   12:52
QAMIŞLO

Îro bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, endamên saziyên sivîl û siyasî yên bajêr û endamên hêzên leşkerî beşdarî  konê sersaxiyê yê her du malbatan bûn. Konê sersaxiyê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan ku li taxa Enteriyê ye, hate vedan. Şervanê Erkaxweparastinê Colo Mihemed Sîrac Abas (Mîtan Qamişlo) dema li Hesekê bi erka xwe radibû, di encama qezayekê de şehîd bûbû, her wiha şervana YPJ`ê Nova Hisên (Agirî Qamişlo), di 3`yê Adara sala 2018`an de, di pêngava yekemîn a Berxwedana Efrînê de şehîd bûbû.

Konê sersaxiyê yê her du malbatan bi wêneyên şehîd Mîtan û şehîd Agirî, alên Hêzên Erka Xweparastinê, YPG, YPJ û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hate xemilandin.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Şeha Hesarî axivî û sersaxî ji her du malbatan re xwest û wiha got: "Ji bo avakirina civaka demokratîk û azad, em îro xwedî fersend in, lewma divê em vê fersendê ji dest nedin."

Şeha di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku gelê herêmê dê dev ji mafên xwe yên demokratîk bernede û wiha anî ziman: "Gel heke tê nekoşe, azadiya xwe bi dest naxe û têkoşîn berdêlên giranbûha dixwaze. Lewma heke ne ji berdêlên ku şêniyên herêmê li dijî çeteyên DAIŞ`ê dane, dê herêm nehatibana rizgarkirin."

Paşê apê şehîd Mîtan Qamişlo Mihemed Salih Abas soza şopandina rêya şehîdan da.

Şervanê Erkaxweparastinê Reşo Enteriyê di merasîmê de der barê nirxandina kesayeta şehîd Mîtan Qamişlo de got şehîd Mîtan xwedî rihekî fedekar bû û di bicihkirina erka xwe de çalak bû, her wiha soza şopandina şehîdan da.  

Şêniyên herêma Qamişlo hê jî serdana konê sersaxiyê yê her du şehîdan dikin û tê payîn ku heta êvarê serdan berdewam be.

(eh/kc)

ANHA