Şehîd Yasir Hisên li Şedadê hate oxirkirin

Şêniyên navçeya Şedadê yên ku beşdarî merasîma oxirkirina şervanê QSD`ê Yasir Hisên bûn, tekez kir ew ê heta pêkanîna armancên şehîdan şopdarên rêya wan bin. Yasir Hisên dema li bajarokê El-Siwer bi erka xwe radibû, şehîd bûbû.

Şehîd Yasir Hisên li Şedadê hate oxirkirin
Şehîd Yasir Hisên li Şedadê hate oxirkirin
Şehîd Yasir Hisên li Şedadê hate oxirkirin
Şehîd Yasir Hisên li Şedadê hate oxirkirin
15 hezîran, 2019   11:57
HESEKÊ

Girseya gel cenazeyê şehîd Yasir Hisên (Xalid) ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirt.

Girse bi karwaneke erebeyên ku bi wêneyên şehîd Yasir hatibû xemilandin, ber bi Goristana Şehîdan a Şedadê ve bi rê ket. Li goristanê, merasîmê bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê ji aliyê şervanên QSD`ê ve toraneke leşkerî hate lidarxsitin. Piştî torenê ji fermandarên QSD`ê Ehmed El-Cedûa axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

El-Cedûa destnîşan kir ku bi saya şehîdan wan karîbû şêniyên xwe yên li Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin û destkeftiyên şoreşa li Bakurê Sûriyê parast.

Ehmed El-Cedûa di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîd Yasir û hemû şehîdan da heta pêkanîna armancên ku şehîdan di oxira wan de canê xwe daye da ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çeteyan têk bibin.

Paşê, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Şedadê Nacî Nicûm axivî û wiha got: "Bi saya şehîdan em ji çeteyan rizgar bûn, em wek Saziya Malbatên Şehîdan ji bo rizgarkirina şêniyên xwe ji terorê, çi ji destê me were em ê pêşkêş bikin."

Piştî bidawîkirina axaftinan nasnameya şehîd ji aliyê endama Saziya Malbatên Şehîdan Zehra Ehmed ve hate xwendin û radestî malbata şehîd Yasir hate kirin. Di dawiya merasîmê de şehîd Yasir di nava sloganan de li Goristana Şehîdan a Şedadê hate oxirkirin.

(eh/kc)

ANHA