Piştî rizgarkirinê Ermenên Girê Spî dîsa azad bûn

Piştî ku Girê Spî ji çeteyên DAIŞ`ê hat rizgarkirin, bayê azadiyê careke din bi ser pêkhateyên Ermen ên kantonê de hat û rola xwe di rêveberiya kar û barên herêmê de li kêleka pêkhateyên din bi cih anî.

Piştî rizgarkirinê Ermenên Girê Spî dîsa azad bûn
Piştî rizgarkirinê Ermenên Girê Spî dîsa azad bûn
Piştî rizgarkirinê Ermenên Girê Spî dîsa azad bûn
Piştî rizgarkirinê Ermenên Girê Spî dîsa azad bûn
Piştî rizgarkirinê Ermenên Girê Spî dîsa azad bûn
Piştî rizgarkirinê Ermenên Girê Spî dîsa azad bûn
Piştî rizgarkirinê Ermenên Girê Spî dîsa azad bûn
Piştî rizgarkirinê Ermenên Girê Spî dîsa azad bûn
Piştî rizgarkirinê Ermenên Girê Spî dîsa azad bûn
Piştî rizgarkirinê Ermenên Girê Spî dîsa azad bûn
15 hezîran, 2019   07:26
GIRÊ SPÎ – ÎBRAHÎM MIHEMED - GULÎSTAN MIHEMED

Çeteyên DAIŞ`ê piştî ku herêmeke berfireh ji Iraq û Sûriyê dagir kir, yek reng li ser tevahî niştecihên herêmêm ku bi pirrengiya xwe dihatin naskirin ji Kurd, Ereb, Ermen û Asûran ferz kirin.

Ev siyaseta çeteyên DAIŞ`ê, azadiya hinek pêkhate û civakên ku olên wan ji şeklên ku DAIŞ`ê li ser herêmê ferz kiribûn cuda bû, hat astengkirin.

Pêkheteyên Ermen ên Girê Spî ya li ser sînorê Tirkiyê – Sûriyê ku DAIŞ`ê 2 salan dagir kir, mînaka herî berbiçav bû.

Çeteyên DAIŞ`ê tekane dêra ermenan ku rê û resmên xwe lê pêk dianîn, girt. Çeteyan ew dêr ji xwe re kir nuqteyeke leşkerî.

Dêra ku di sala 1924`an de hatiye avakirin, ji cihê pêkanîna rê û resmên xiristiyanî veguherî girtîgeh û dibistana ku çêkirina mayinan lê dihat fêrkirin ku ji ber wan bi dehan sivîl hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ`ê hemû sembol û wêneyên di dêrê de şewitandin. Her wiha xaça ku li jora dêrê hatibû danîn, rakirin. Nedihiştin ku ermen biçin dêrê û rê û resmên xwe yên olî di hundirê wê de pêk bînin.

Diviya ku Ermenên li herêmê mabûn, pereyan bidin an koçber bibin an jî qanûnên çeteyên DAIŞ`ê ji neçarî qebûl bikin.

Lê piştî Girê Spî 15`ê Hezîrana 2015`an ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ/YPG) ve hat rizgarkirin, careke jiyan li herêma ku çend salan bûbû cihê kombûna terorîstên ku ji tevahî cîhanê hatibûn, vegeriya. Ev herêm korîdora ku çeteyan bi rêya wê çek û cebilxane ji Tirkiyê ber bi Sûriyê û Iraqê ve dibir.

Ermenên herêmê dîsa bûn mîna Kurdên ku ji ber çeteyên DAIŞ`ê ji Girê Spî koçber bûbûn û tev li rêveberiya herêmê ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat avakirin, bûn.

Di Cotmeha 2018`an Ermenan dîsa dêra xwe bi derfetên xwe vekir, xaç dîsa li ser dêrê hildan û bi vê yekê dest bi pêkanîna rê û resmên xwe yên olî piştî çend salan kirin.

Soniya Sanosiyan ji pêkhateyên Ermen ên kantona Girê Spî ye, di vê derbarê de wiha got: "DAIŞ`ê kiryarên herî qirêjî li dijî me û ola me pêk anîn. Em bi darê zorê misilman kirin. Ji ber ku ew dibînin ku ola xiristiyanî ola gawiran e."

Soniya tekez kir ku çeteyên DAIŞ`ê hemû sembolên di dêrê de rûxandin, hemû tiştên wê şewitandin û kirin girtîgeh.

Her wiha Soniya destnîşan kir ku piştî rizgarkirina bajêr ji aliyê şervanên YPJ/YPG`ê ve û bi saya Rêveberiya Xweser û pêkhateyên Ermen dêr vegeriya mîna berê, hemû rê û resmên olî di dêrê de têne pêkanîn û beşek ji bo fêrkirina zimanê ermenî jî heye.

Îro piştî 4 salan ji rizgarkirina Girê Spî pêşketin û guhertinên herêmê di hemû aliyên perwerde, fêrkirin, çandin û şeklê rêveberiya kantonê de berbiçav e.

(bx)

ANHA