Dexlê Til Koçerê ji sedî 60 şewitî

Ji ber bûyera şewatê ya li navçeya Til Koçerê ya herêma Cizîrê, ji sedî 60’ê hilberînên çandiniyê şewitîn.

Dexlê Til Koçerê ji sedî 60 şewitî
12 hezîran, 2019   13:06
QAMIŞLO

Şaredariya Gel a Til Koçerê diyar kir ku zeviyên 23 gundên girêdayî navçeya Til Koçerê şewitîne. Li ser vî esasî serjimaniya yekemîn a kota hilberînên ku li navçeyê û gundewarên wê heta 12`ê meha Hezêranê ji sedî 60 e.

Di serencama giştî ya rûbera erdên çandiniyê de diyar dibe ku 15 hezar û 360 donim şewitiye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di heman demê de agir bi zadên cotkarên herêma Cizîrê û herêmên girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ket.

Di vê derbarê de şênî û aliyên peywendîdar ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got  bûyerên şewatê hemû plankirî ne û aboriya herêmê ya di vê sala bi xêr û bêr de dikin armanc.

(eh/kc)

ANHA