Şaredariya Minbicê dest bi zîftkirina rêyan kir

Şaredariya Gel a Minbicê û gundewarên wê dest bi gavên destpêkê ji projeya zîftkirina rêyên bajêr û gundan kir.

Şaredariya Minbicê dest bi zîftkirina rêyan kir
Şaredariya Minbicê dest bi zîftkirina rêyan kir
Şaredariya Minbicê dest bi zîftkirina rêyan kir
Şaredariya Minbicê dest bi zîftkirina rêyan kir
11 hezîran, 2019   12:45
MINBIC

Şaredariya Gel a Minbicê û gundên wê beriya niha projeya xwe ragihand ku ew ê rêyên bajêr û gundan di havîna 2019`an de zîft bike, dema pêkanîna projeyê derdora 5 mehan e, şaredariyê 50 hezar metrekabik  ji madeya zîftê ji projeya li bajarê Minbicê û gundên wê re diyar kir, di nav de 35 hezar metrekabik  ji bajêr re, 15 hezar metrekabik ji zîftê ji bo gundan.

Şaredariyê îro sibehê, dest bi gavên destpêkê yên projeyê kir, Rêya Bazar li başûrê rojhilatê bajarê Minbicê zîft kir. Der barê mijarê de hevseroka Şaredariya Gel a bajarê Minbicê Asya Oso ji ajansa me re got dirêjiya Rêya Bazar 600 metre û firehiya wê 16 metre ye, şaredariyê di meha Gulanê de rê sererast kir, niha jî dest bi zîftkirina wê kir.

Asya Oso da zanîn ku dê proje ji çaraliyên ketina bajêr dest pê bike, paşê taxên ku hejmara şêniyan tê de dest bi zîftkirina wan bikin.

Asya got her wiha got piştî ku zîfta kevn rakin wekî rêya Cizîrê û ketina rojhilatê bajêr, piştî xelasbûna Rêya Bazarê, ew ê dest bi wan rêyan jî bikin û wiha dewam kir: “Dê kolanên li bajêr ku divê bê sererastkirin zîft bikin û hin cih hene ku divê bêne sererast kirin, ew ê bê sererast kirin, ew yek jî di nav plana zîftkirinê ya îsal de ye.”

Di dawiya axaftina xwe de hevseroka Şaredariya Gel a Minbicê û gundewarên wê Asya Oso got: "Şaredariyê qalindiya zîftê ji 6 heta 7 cm diyar kiriye, ew yek jî ji ber hejmara pir a şêniyan û xwezaya herêmê."

(jo/kc)

ANHA