Yekemîn konferansa Yekitiya Jinên Ciwan tê lidarxistin

Îro yekemîn konferansa Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Tebqayê dest pê kir.

Yekemîn konferansa Yekitiya Jinên Ciwan tê lidarxistin
Yekemîn konferansa Yekitiya Jinên Ciwan tê lidarxistin
Yekemîn konferansa Yekitiya Jinên Ciwan tê lidarxistin
Yekemîn konferansa Yekitiya Jinên Ciwan tê lidarxistin
Yekemîn konferansa Yekitiya Jinên Ciwan tê lidarxistin
Yekemîn konferansa Yekitiya Jinên Ciwan tê lidarxistin
Yekemîn konferansa Yekitiya Jinên Ciwan tê lidarxistin
Yekemîn konferansa Yekitiya Jinên Ciwan tê lidarxistin
Yekemîn konferansa Yekitiya Jinên Ciwan tê lidarxistin
11 hezîran, 2019   12:55
TEBQA

Bi dirûşma "Li ber xwe bide, tê bikoşe û azad bibe" yekemîn konferansa Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Tebqayê dest pê kir.

Di konferansê de rêvebera Desteya Ciwanan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mediya Mihemed axivî û îşaret bi têkoşîna jinan a ji bo rizgarkirina jinan ji zoradariyê û bi taybet berxwedana wan a di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de kir.

Paşê bi navê Buroya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Meha Mihemed lidarxistina konferans pîroz kir û tekez kir ku jinên ciwan dikarin xwe bi rêxistin bikin û tevahî civakê bi rê ve bibin.

Her wiha hevseroka Meclisa Rêveber a Tebqayê Hinid Elî behsa jiyana jinan di salên dagirkeriya DAIŞ`ê de kir. Hinid got çeteyan di asta yekemîn de ciwan dikirin hedef û tekez kir ku ciwanan piştî rizgarkirinê xwe bi rêxistin kir û hebûna xwe îsbat kir.

Piştî wê hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Medîha Mustefa, ji rêveberên Rêveberiya Jinan a Tebqayê Necma Ebid lidarxistina konferansê pîroz kir û diyar kir ku ew bi hêvî ne ku kesên werin hilbijartin erka xwe pêk bînin û jinên ciwan azad bikin.

Paşê sînevîzyon li ser têkoşîn û berxwedana jinan a li herêma Tebqayê hat pêşandan.

Tê payîn ku di konferansê de nîqaş li ser rêziknameyê werin kirin û Meclisa Yekitiya Jinên Ciwan were hilbijartin.

(bx)

ANHA