Şehîd Ebû Leyla û şehîdên Gulanê li Minbicê hatin bibîr anîn

Şêniyên Minbic û Meclisa Leşkerî ya Minbicê li Goristana Şehîdan a Minbicê şehîdên meha Gulanê bibîr anîn. Şehîd Fêsel Ebû Leyla di salvegera şehadeta xwe ya sêyemîn de li Akademiya Şehîd Yekta hat bibîr anîn.

4 hezîran, 2019   19:40
MINBIC

Şêniyên bajarê Minbicê bi beşdarbûna endamên komîteyan û saziyên sivîl ên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê, saziyên leşkerî li Goristana Şehîdan a Minbicê merasîma bîranîna şehîdên meha Gulanê hat organizekirin. Beşdarên merasîmê cejna Remezanê li tevahiya şehîdan û malbatên wan pîroz kirin. Her wiha mûm li ser gorên şehîdan vêxistin û gul danîn.

Ji aliyekî din ve Meclisa Leşkerî ya Minbicê fermendar Fêsel Ebû Leyla di salvegera şehadeta xwe ya sêyemîn de ya ku dikeve 5`ê Hezîranê bibîr anî. Merasîma bîranînê li Akademiya Şehîd Yekta lidar ket. Fermendar û şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê tevî zarok û hevsera şehîd Fêsel Ebû Leyla tevlî merasîma bîranînê bûn.

Mersaîm bi torenek leşkerî ji hêla şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve destpê kir. Piştre berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş axivî û sersaxî ji malbata şehîd û tevahiya hevalên wan re xwest. Derwîş destnîşan kir ku Ebû Leyla ji şoreşgerên destpêkê yên ku çek ji bo parastina xak û gelê xwe rakirine bû û şerê tevahiya komên çekdar û terorîst kir. Derwîş tekez kir ku Ebû Leyla mohra xwe ya pîroz di rûpelên dîroka şoreşa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê danî ji ber ku ji avakerên QSD û Meclisa Leşkerî ya Minbicê bû.

Derwîş destnîşan kir ku yek ji armancên Ebû Leyla û hevalên wî bi tunekirina DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat û got: "Pêvajoya heyî girêdan û mezinkirina têkoşînê bi awayekî bêtir pêwîst dike da ku xewn û armancên şehîdan pêk werin. Ji bo parastina herêmê ji tevahiya tehdîdên hundirîn û derve ji bo parastina destkeftiyên şehîdan, pêwîste hêzek leşkerî mezin û perwerdekirî ava bibe."

Di dawiya axaftina xwe de Derwîş soza xwe ji Ebû Leyla û tevahiya şehîdên azadiyê ji bo parastina welat, avakirina welatek azad ku ewlehî û aştî tê de serwer e nû kir.

Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina şehîdan bidawî bû.

(şx)

ANHA