Di êrîşa Îsraîlê de 3 leşkerên Sûriyê hatin kuştin

Di encama êrîşeke artêşa Îsraîlê ya bi moşekan li ser navendên hêzên rejîma Sûriyê li bejahiya Qunetra ya başûrê Sûriyê de, 3 leşkerên rejîmê hatin kuştin, her wiha 7 jî birîndar bûn.

Di êrîşa Îsraîlê de 3 leşkerên Sûriyê hatin kuştin
2 hezîran, 2019   05:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyeke leşkerî ji parêzvanên hewayî yên Sûriyê ji ajansa Sana ya Sûriyê re diyar kir ku artêşa Îsraîlê saet di 04:10`an de moşek ber bi bejahiya Qunetra ve avêtin. Di encama wê de 3 leşkerên rejîma Sûriyê hatin kuştin, her wiha 7 jî birîndar bûn.

Sanayê ragihand saet di 03:22`yan de hêzên parastinê yên Sûriyê bersiva moşekên artêşa Îsraîlê ku ji Colan ber bi navendên leşkerên yên rejîma Sûriyê ve li başûrê rojavayê Şamê hatin avêtin, dan.

(bx)