Meclisa Jin a Rimêla lêvegera jinan e

Meclisa Jin a taxa Rimêla di demeke kurt de bû lêvegera hemû jinên taxê. Meclisê di nava sal û nîvekê de bi sedan pirsgirêk çareser kirin, jin perwerde kirin û aboriya jinan jî pêş xist.

Meclisa Jin a Rimêla lêvegera jinan e
Meclisa Jin a Rimêla lêvegera jinan e
Meclisa Jin a Rimêla lêvegera jinan e
Meclisa Jin a Rimêla lêvegera jinan e
2 hezîran, 2019   04:35
REQA-RUBA EL-ELÎ

Meclisa Jin a taxa Rimêla ya bajarê Reqayê wek meclisa duyemîn li bajêr tê naskirin. Meclisa Jin a taxê di 1‘Adara 2018`an de hat avakirin û deriyê wê rojan li pêşiya jinan vekiriye da ku pirsgirêkên wan çareser bikin, mafên wan vegerînin û wekheviyê pêk bînin.

Meclisa Jin a taxa Rimêla ji 5 komîteyan pêk tê, Lihevanîn, Perwerde, Aborî, Têkiliyên Giştî û Arşîf. Di her komîteyekê de 15 jin dixebitin.

Di salek û nîvekê de derdora 300 doz hatin çareserkirin

Di dirêjahiya salek û nîv de meclisê derdora 300 doz çareser kirin bêyî ku li dadgehê vegerin. Li gorî endamên meclisê sedema sereke ya wan dozan hişmendiya DAIŞ`ê ku di civakê de belav bibû û rola jinê paşguh kir û zihniyeta mêrdestiyê ferz kir. Piraniya pirsgirêkên ku hatin çareserkirin girêdayî cûdabûna jin û mêr û xwedîkirina zarokan bûn.

Pêşxistina aborî

Her wiha Meclisa Jin a Rimêla roleke girîng di piştgiriya jinan de ji aliyê madî ve lîst. Meclis navên jinên taxê li gorî 18 komînên taxê qeyd kirin û tev li projeyên aborî kirin da ku jin aboriya xwe pêş bixe û pişta xwe nede tu kesî.

Endama Meclisa Jin a taxa Rimêla Madlên Mater got: "Meclis bi 3 jinan ava bû. Di destpêkê de me gelek astengî kişandin, ji wan xebitandina jinan de dihat qebûlkirin. Em hewl da bi rêya serdanên domdar û dewreyên perwerdeyê jinan ji vê hişmendiyê xilas bikin."

Girêdayî projeyên ku pêk hatine Madlên destnîşan kir ku piştî pêşxistina jinan ji aliyê fikrî ve ew hewl didin jinan ji aliyê aborî ve jî pêş bixin. Ji ber wê wek gavek yekemîn projeya tevnê ku 40 jinan jê sûd girt vekir. Madlên balkişand ku meclisê piştgiriya vekirina projeyan kir, jê vekirina firinên sermîsankan û projeyên çandiniyê.

Têkildarî projeyên pêşerojê Madlên got: "Bi ked û desteka Komîteya Jin a Meclisa Sivîl a Reqayê em ê gelek projeyan ji jinan re vebikin, ya herî girîng projeya madeyên paqijiyê."

(şx)

ANHA