Piştî vekirina nexweşxaneya Reqayê, yekemîn xebata şûştina gurçikan

Piştî sererastkirina Nexweşxaneya El-Wetenî ya bajarê Reqayê, Komîteya Tenduristiyê şaxa tedawîkirina gurçikan bi awayekî bêpere vekir ku azarên çûnûhatinê û lêçûnê li ser şêniyên sivik bike. Îro yekemîn emeliyeta şûştina gurçikan li naxweşxaneyê hat kirin û bi serkeftî derbas bû.

Piştî vekirina nexweşxaneya Reqayê, yekemîn xebata şûştina gurçikan
Piştî vekirina nexweşxaneya Reqayê, yekemîn xebata şûştina gurçikan
Piştî vekirina nexweşxaneya Reqayê, yekemîn xebata şûştina gurçikan
Piştî vekirina nexweşxaneya Reqayê, yekemîn xebata şûştina gurçikan
28 gulan, 2019   13:05
REQA-RUBA ELÎ

Tevî derfetên kêm li gel Komîteya Tenduristiyê û alavên kêm li beşan, îro yekemîn şûştina gurçikên welatiyeke koçber ji bajarê Helebê bi navê Sûda Hemwî (70) ku pê re nexweşiyên şekir û dil jî hene, pêk hat.

Di beşê de 4 alavên şûştina gurçikan hene. Her wiha tîma bijîşkan ku ji 2 bijîşkên pispor û 12 hemşîreyan da ku hemû tedawiyên pêwîst ji nexweşan re pêk bînin, hene.

Di vê çarçoveyê de gerînendeyê Nexweşxaneya El-Wetenî Dr.Kesar Elî wiha raber kir: "Em pêşwaziya hemû nexweşan li beşa gurçikan dikin û tedawiyê bê pere pêşkêş dikin."

Dr.Kesar Elî wiha domand: "Roj li pey rojê rewşên nexweşiyan zêde dibin û derfetên heyî kêm in. Ji lew re me bi beşên heyî li Tebqa û Girê Spî re koordîne kir ku hemû rewşan pêşwazî bikin û li 3 navendan xizmetguzariyê hatine belavkirin ku hemû temanan derman bikin.”

Li ser plan û projeyên pêşerojêDr. Kesar Elî anî ziman ku komîte li ser pêşdebirina beşê, zêdekirina alavan û dabînkirina derman û tedawîkirinê li bajarê Reqayê bêyî şandina nexweş ber bi Tebqa û Girê Spî ve dixebite.

Sûda Hemwî nexweşa yekemîn e ku jê re şûştina gurçikê hatiye çêkirin, li gel ajansa me ANHA’yê wiha azarên ku kişandine raber kir: "Ji jidayikbûna min ve li ser gurçikekê jiyan dikin û ji 5 salan de êşa kêmgurçikiyê dikişînim û her wiha jî nexweşiyên şekir û dil jî bi min hene. Derfeta min tune ye ku biçim nexweşxaneyên taybet an jî rûpîvanên dirêj bibirim da ku tedawî bibim."

Nexweşxaneya El-Wetenî rastî wêrankirinê bi sedema şerê ku li bajêr bûye ku berîka dawî ya çeteyan li bajêr bû, hat. Ji girîngtirîn beş jî beşa gurçikê ya ku 4 salên derveyî xizmetê ye.

(fr)

ANHA