HPG’ê têkildarî Xakûrkê daxuyanî da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî operasyona dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li dijî Xakûrkê daxuyaniyek da. HPG’ê diyar kir ku dê derbeya herî mezin a dîrokê li dagirkeran bidin.

HPG’ê têkildarî Xakûrkê daxuyanî da
28 gulan, 2019   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN

HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Roja 27’ê Gulanê (duh) seat di 23:00’an de artêşa TC’ê ya dagirker li dijî Herêma Şehîd Derwêş û Şekîf yên herêma Xakûrkê ya Başûrê Kurdistanê operasyona dagirkeriyê da destpê kirin. Hêzên dagirker piştî bombebarana giran a balafirên şer û helîkoperean bi danîna leşkeran a li herêmê xwestine hebûna xwe bidin nîşandan.”

Daxuyaniya HPG’ê wiha didome: “Çapemeniya şerê taybet, têkilî vê pêvajoyê halanên serfiraziyê di xwe dide, dixwaze rastiyê berevajî bike, bi daneyên derew û şaş hewl dide ku berfirehiya operasyona lidarxistî mezintir nîşan bide. Ev hewldana operasyona bejahiyê ku hewldana pêvajaoya şer a ku par li herêma Lêlikanê dest pê kirî bibin herêmeke dî jî, navê wê çawa were danîn jî, diyar e ku wê bersiva karîger a Gerîlayê Azadiya Kurdistanê bibîne û yek ji têkçûna giran a dîroka xwe wê bixwe.

Têkildarî bombebaran û operasyona li herêmê ya didome de wê agahiyên berfireh têkildarî pêvajoya operasyonê piştre bi raya giştî re werin parvekirin.

Li Îdirê 5 leşker hatin kuştin

Di çarçoveya Pêngava Serfirazî ya Şoreşê de ku li eyaleta Serhedê didome, hêzên me roja 27’ê Gulanê li dijî wesayîtên zirxî û leşkerên piyade yên artêşa TC’ê ya dagirker ku ber bi rêya Qereqola Başaran a navçeya Başan Îdirê ve diçûn, çalakiya sabotajê li dar xist. Di vê çalakiyê de wesayîta Amarok hate derbkirin, 5 leşker hatin kuştin û gelek leşker birîndar bûn. Artêşa TC’ê ya dagirker piştî çalakiyê bi wesayîtên zirxî û ambulansan kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakirin û li herêmê operasyon da destpêkirin. Ev operasyon saetên şevê bêyî ku encam bigire paşve vekişiya.”