Li gelek navendan Roja Şehîdan hate bibîr anîn

Li Kobanê, Dirêbsiyê û Girê Spî 18`ê Gulanê Roja Şehîdanbi merasîman hate bibîr anîn.

18 gulan, 2019   19:36
KOBANÊ

Bi boneya 18`ê Gulanê Roja Şehîdan, Meclisa Malbatên şehîdan a Kantoan Kobanê merasîmek li Goristana şehîd Dicle lidar xist û şehîdên meha Gulanê bi bîranîn.

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê endam û rêveberiyên saziyên sivîl tevlî  merasîma bîranîna şehîdan bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, paşê cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilata Suriyê Ferhad Dêrik got: ”Em çi axaftinê ji bo şehîdan bêjin kêm e. Rêxistina me her gaveke xwe bi saya xwîna van pekrewanan avêtiye û  mezin bûye. Herî dawî jî serkeftina mezin a li hember DAIŞ`ê dîsa bi saya şehîdan bû. Yên ku em fêrî kirine ku li hemberî mirinê biskinên û jiyanek azad biafirînin ev şehîd in."

Paşê endama Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan Aljîn  Rojava wiha got : “ Meha Gulanê di dîroka têkoşîna me de gelekî bi wete ye , ji ber ku di vê mehê de pêşengên şoreşa me gihîştin asta şehadetê . Em weke Saziyê Yekîtî û Piştgirya Gelan bejna xwe li hemberî giyanên şehîdan ditewînin û soz didin ku em ê li ser xeta wan bimeşin.”

Merasîm bi pêxistina moman li ser gorên şehîdan bi dawî bû.

DÊRBÊSIYÊ

Bi heman wesîleyê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê merasîm li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê lidar xist.

Merasîm bi tûrana leşkerî ya şervanên YPG û YPJ‘ê destpê kir.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Nebî Kotê, bi navê YPG‘ê Agirî Jînda û bi navê PYD‘ê Bedîa Erebo axivîn.

Di axaftinan de şehîdên têkoşîna azadiya hatin bi bîranîn û hate gotin ku 18‘ê Gulanê rojeke pîroz e di dîroka gelê Kurd de ye.

Kesên axivîn soza şopandina rêya şehîdan dan.

Di dawiya merasîmê de mom li ser gorên şehîdan hatin vêxistin û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin berzkirin.

GIRÊ SPÎ

Bi pêşengtiya malbatên şehîdan bi sedan şêniyên kantona Girê Spî serdana Goristana Şehîd Mehmûd Tamê kirin û mom li ser gorên şehîdan vêxistin.

Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Zozan Bercis axivî  û got: "Van pakrewaman bi fedekariya xwe wateya herî rast a wefedariyê û xilasiya ji koletiyê nîşan dan. Li ser vê yekê dive em xwedî li şehîdên xwe derkevin."

Merasîm bi dirûşmeyên bi dawî bû

(ekîp)

ANHA