ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15.05.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15.05.2019
15 gulan, 2019   04:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Roja Zimanê Kurdî dê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şaredariya Gel a bajarê Hesekê dest bi projeya qîrkirina rêyan di hundirê bajêr de dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Buroya Mihemed Mele Xizêl a bajarê Minbicê paneleke bi navê "Jin û siyasetê" li dar dixe, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên perwerdekirina gel û şagirtan bi zimanê kurdî êdî di qonaxa xwe duyemîn de ye. Lêkolînên li ser zimanê kurdî dest pê dikin. Tê payîn ku saziya beşa lêkolîna zimanê kurdî yekitiya lêkolînên rêzimanî çêke. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Hisên El-Elî got, kiryarên Tirkiyê li Efrînê û lêkirina dîwaran li dijî hemû qanûnên navdewletî ne. El-Elî bang li civaka navdewletî kir ku mudexele bikin û wan binpêkirinan rawestînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Parêzerên navçeya Dirbesiyê bang li rêxistinên navdewletî kirin ku bi erkên xwe girêdayî grevên birçîbûnê li Bakurê Kurdistanê rabin. Parêzeran bal kişand ku Tirkiyê bi kirinên xwe peymanên navdewletî binpê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endama Navenda Têkiliyan a MSD`ê ya Navenda Helebê got berdewamkirina nakokiya leşkerî li Idlibê di encama kuştina sivîlan û rewşa koçberiyê de dibe ku bibe sedema qirkirnekê . Her wiha destnîşan kir ku her çareseriyek siyasî li Idlibê bi hebûna vînek navdewletî pêkan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Komîteya Jin a Meclisa Sivîl a Reqayê bi armanca pêşxistina aboriya jinên gundewarên Reqayê projeyek da destpêkirin. Ev proje di heman demê de girêdana jin a bi çandiniyê re xurt dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Şirketa Şemal a avakirinê xebatên xwe ji bo temamkirina projeya bazirganî ya herî mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê "Projeya Sinter Tebqa" didomîne. Şirketê ji navîna sala borî ve dest bi projeyê kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cotkarên kantona Girê Spî yên ku zeviyên wan nêzî sînorên bi Tirkiyê re ne, ji ber hedefgirtina dubarekirî ya artêşaTirk ditirsin hilberînin xwe biçinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA