QSD‘ê li Silûkê çeteyekî xeternak girt

Navenda Ragihandinê ya QSD‘ê ragihandin ku hêzên wan li herêma Silûkê terorîstî DAIŞ‘ê yê xeternak girtin.

QSD‘ê li Silûkê çeteyekî xeternak girt
14 gulan, 2019   15:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ev agahî parve kir" Hêzên Sûriyeya Demokaratîk bi havkariya Hêzên Koalîsyonê di 13‘ê Gulana 2019‘an de li herêma Silûk a Sûriyeyê operasyoneke sergirtinê pêk anî û terorîstê DAIŞ‘ê Telal Şinêr ‘‘Ebû Hûman‘‘ girt ku berpirsê sûcên kuştinê ye û têkiliyên wî bi mezinên emîrên DAIŞ‘ê re hene. Ev operasyon dê hêza rêxistina DAIŞ‘ê ya domandina kiryarên terorist li Silûk û deverên din ên herêma Firatê bi sînor bike.

Em Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi hevkariya hemû pêkhate û rûspiyên civakî em ê ewlehiya herêmên xwe û giştî Sûriyeyê biparêzin."

ANHA