Cenazeyê Salih El-Mehmûd li Reqayê hate veşartin

Cenazeyê şervanê QSD`ê  Salih Hamid El-Mehmûd ê dema li ser erka xwe bû şehîd bûbû bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a gundê El-Hikumiye yê Reqayê hate veşartin.

Cenazeyê Salih El-Mehmûd li Reqayê hate veşartin
Cenazeyê Salih El-Mehmûd li Reqayê hate veşartin
Cenazeyê Salih El-Mehmûd li Reqayê hate veşartin
Cenazeyê Salih El-Mehmûd li Reqayê hate veşartin
Cenazeyê Salih El-Mehmûd li Reqayê hate veşartin
Cenazeyê Salih El-Mehmûd li Reqayê hate veşartin
Cenazeyê Salih El-Mehmûd li Reqayê hate veşartin
Cenazeyê Salih El-Mehmûd li Reqayê hate veşartin
14 gulan, 2019   15:03
REQA

Bi sedan şêniyên bajarê Reqa û gundewarê wê û şervanên QSD‘ê ji bo pêşwazîkirina cenazeyê şehîd Salih El-Mehmûd li gundê El-Hikumiye kom bûn, piştî wergirtina cenaze bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan a li gund ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ji hêla şervanên QSD`ê ve destpê kir. Bi navê QSD`ê fermendar Dilşêr Keramê, Meclisa Malbatên Şehîdan endamê meclisê Ibrahîm El-Ecil û Meclisa Sivîl a Reqayê Muhened Kekecî axivîn.

Qisekaran rola şehîdan a rizgarkirina herêmê ji terorê silav kir û soza şopandina rêya azadî û serkeftinê ya şehîdan dan.

Her wiha diyar kirin ku teror û dewletên hevkarên wê tenê têkbirina ewlehiya bajarê Reqayê yê ku ji DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin armanc dikin.

Piştî axaftinan endama Meclisa Malbatên Şehîdan Emîne El-Ibrahîm wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbata şehîd kir.

şervanan cenazeyê hevalê xwe hildan û di nav tilîliyên dayikan de û berzkirina sloganên silavkirina şehîdan li Goristana Şehîdan a gundê El-Hikumiye spratin axê.

(şx)
ANHA