Pompeo û Putin hefteya bê dicivin

Wezareta Derve ya DYA‘yê ragihand ku, Mike Pompeo dê hefteya bê hevdîtinê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re çêbike.

Pompeo û Putin hefteya bê dicivin
10 gulan, 2019   14:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya AFP ku agahiya xwe ji Wezareta Derve ya Amerîkayê girtiye, Pompeo dê roja Sêşma bê li Sochiyê li deryaya reş hevdîtinê bi Putin re pêk bîne.

Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniyekî de diyar kir ku herdu alî dê li ser mijarên ku li hev kirine, têkiliyên di navbera herdu welatan de, dozên girêdayî Sûriya, Venezuela Ûkranyayê û gotûbêj bikin.