ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10.05.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10.05.2019
10 gulan, 2019   04:00

 

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Îsmaîl Hesen  ji bo parastina mafên gelê xwe ji destpêka avakirina hêzên Erka Xweparastinê ve beşdarî nava refên Erka Xweparastinê dibe û di kêliyên dawî yên şehadeta xwe de teslîmkarî qebûl nekir, dibêje "Bêyê xwînê azadî ne pêkan e" û beşdarî karwanê cangoriyên azadiyê dibe. (BI WÊNE).

- Hemdan El-Ebd diyar kir ku gefên li dijî Rêveberiya Xweser armanc jê derbekirina destkeftiyên herêmê ne, di heman demê de nakokî û berjewendiyên di navbera wan de li ser hesabê xwîn û yekîtiya gelê Sûriyeyê diyar dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rûspiyên êlên navçeya Dirbêsiyê yên ku tev li Komxebata Êlên Sûriyê bibûn gotin, ku komxebat ji gelên Sûriyê re serkeftinek e û yekitiya wan rêya xilasiya herêmê ji wêrankirinê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîrên herêma Efrînê diyar kirin ku dewleta Tirk bi lêkirina dîwarê parçekirinê hewl dide dagirkeriya xwe xurt bike û Efrînê tevlî Tirkiyê bike. Rewşenbîran destnîşan kirin ku berxwedana Efrînê têk naçe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarokê El-Siwer ên bejahiya Dêrazorê binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê li xaka Sûriyê bi giştî û Efrînê taybet û bêdengiya navneteweyî hember binpêkirnan şermezar kirin û nerazîbûna xwe hemberî dîwarê lêkirinê ku dagirkeriya Tirkiyê lê dike nîşan dan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tîma Rojava Ramko ya bêbandorkirina mayînên çeteyên DAIŞ`ê, 15 hezar mayîn li bajarê Reqa û gundewarê wê bêbandor kiriye û hîna xebatên rakirina mayînan dewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Piştî 2 salan ji rizgarkirinê, bajarê Tebqayê ji nû ve bi saya keda welatiyên xwe û pergala rêveberî, rêxistinî, xizmetguzarî û ewlehiyê vejiya. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê bi armanca nîqaşkirina kar û xebatên yekîtiyê civînekê li Kampa Serdemê li dar dixe, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Çalakiya konvendanê ya Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd di roja xwe ya 6‘an de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di demeke kurt de Rêveberiya Jinan a Tebqayê bû sîwana sereke ya hemû jinên herêmê. Rêveberiya Jinan ji bo hevrêziya enerjiya jinên û pêkanîna armancên wan ji azadî, wekhevî, şikenandina qeydan û pêkanîna tevlêbûneke bi giştî di civakê de dixebite. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li bajarokê Rimêlanê yê Girkê Legê yekemîn projeya çayxaneya tayebt bi jinan ji aliyê jinên ciwan ve li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat vekirin. Ev proje ji aliyê şêniyan ve bi elaqiyeke mezin hat pêşwazîkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Şaredariyên navçeyên rojhilat û rojavayê bajarê Qamişlo bi hevkariya Meclisa Şaredariyan a kantona Qamişlo pêngaveke paqijkirinê didin destpêkirin, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a Curniyê xebatên xwe yên sererastkirina pira"Bîr El-Sena" ya ku fena damara zîndî ya ku gundên Curniyê, Tebqa û Reqayê ve pev ve girê dide, tê hesibandin, dewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA