Pentagon 4 topavêjên stratejîk dişîne Rojhilata Navîn

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê îro Pêncşemê ragihand ku 4 topavêjên stratejîk ji cûreya B52H gihaştine Rojhilata Navîn, piştî nîşaneyên hebûna xeteriyek rastîn a ji hêla hêzên Rejîma Îranê ve derketin.

Pentagon 4 topavêjên stratejîk dişîne Rojhilata Navîn
9 gulan, 2019   15:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermendariya Navîn a DYA`yê wêneyên topavêjin girêdayî koma 20`an a çeknê hawayê ya Amerîkayê piştî ku gihaştin bargeha El-Edîd a hawayê ya li Qeterê belav kirin.

Pentagon jî roja Çarşemê wênayên topavêjên mezin dema ji bargeha eyaleta Louisianayê ber bi Rêjhilata Navîn ve birêdikevin belav kkirin.

Ev yek piştî şandina Washingtonê bi çend rojan ji keştiyên êrîşker bi serkêşiya Keştiya Cengê Abraham Lincoln wek bersîvekê li hember zêdbûna xeteriya Îranê û hevalbendên wê li herêmê li  ser leşkerên Amerîkayê hat.

Pentagon di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku hêzên Amerîkayê yên zêde piştgiriya erka fermendariya navîn a Amerîkayê di pêkanîna ewlehiya herêmê de armanc dike.

Desteya Kanala Siwêsê ya Misirê ragihand ku Pêncşemê Keştiya Cengê Abraham Lincoln kanal derbas kiriye.

(şx)