Li Sûdanê balafireke bi zêran barkirî hate zeftkirin

Hêzên destwerdana lezgîn a Sûdanê ragihand ku îro Pêncşemê balafirek girêdayî şirkertek biyanî zeft kirine dema hewl dida miqdarên mezin ji zêr ji eyaleta Nehir El-Nîl derxîne.

Li Sûdanê balafireke bi zêran barkirî hate zeftkirin
9 gulan, 2019   15:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya ragihandinê ya girêdayî hêzên destwerdana lezgîn di daxuyaniya ku li ser Facebookê belav kiribû got: Hikumeta Sûdanê li ser mijarê lêpirsîn bi dawî kiriye." Balafir jî îro gihaşt balafirgeha Xertûmê ya navdewletî. Buroyê wêneyên zêrên ku desteser kirine belav kirin.