Şêniyên Hesekê cenazeyê şehîd Sîpan spartin axê

Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê  şehîd Silêman El-Zahir bi nasnav Sîpan Hesekê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê oxir kir.

Şêniyên Hesekê cenazeyê şehîd Sîpan spartin axê
Şêniyên Hesekê cenazeyê şehîd Sîpan spartin axê
Şêniyên Hesekê cenazeyê şehîd Sîpan spartin axê
Şêniyên Hesekê cenazeyê şehîd Sîpan spartin axê
Şêniyên Hesekê cenazeyê şehîd Sîpan spartin axê
Şêniyên Hesekê cenazeyê şehîd Sîpan spartin axê
Şêniyên Hesekê cenazeyê şehîd Sîpan spartin axê
9 gulan, 2019   15:19
HESEKÊ

Şêniyan cenazeyê şervanên QSD`ê şehîd Silêman El-Zahir bi nasnav Sîpan Hesekê ku li  gundewarê Dêrazorê dema li ser erka xwe bû şehîd bûbû ji ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê ve ketin rê..

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtin li gel torenek leşkerî ji hêla QSD`ê ve destpê kir. Paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Sefîre Xalid axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Sefîre rola şehîdan ji bo rizgarkirina herêmê ji çeteyan û parastina şêniyan ji şaneyên veşartî destnîşan kir.

Ji aliyê xwe ve endamê rêveber ê Buroya Têkiliyên Giştî ya QSD`ê Serhildan Rojava got: "Di şexsê şehîd Silêman de em tevahiya şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Şehîd bi giyanê biratiya gelan şerê terorê kir û bû lehengên neteweya demokratîk."

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mistefa Ehmed destnîşan kir ku herêm bi saya fedekariyên pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryan herêm ji tariya DAIŞ`ê rizgar bû û dê ev serkeftin di rûpelên dîrokê de wek destanên lehengiyê were nivisandin.

Piştî wê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd di nav tilîliyên dayikan de spartin axê.

(şx)

ANHA