Parlamenterên Almanya û Swêdê: Tirkiye dewleteke dagirker e

Şandeya Efrînê daxwazên şêniyên Efrînê ji belgeyên binpêkirin û kiryarên dagirkeriya Tirk a li dijî Efrînê gihandin aliyên siyasî û dîplomatîk ên cîhanê. Di vê derbarê de şandeyê diyar kir ku helwest erênî bûn.

Parlamenterên Almanya û Swêdê: Tirkiye dewleteke dagirker e
6 gulan, 2019   10:49
EFRÎN - ŞERVÎN MISTEFA - GANDÎ ELO

Piştî zêdetirî derbasbûna salekê li gel bêdengiya navdewletî der barê kiryar û binpêkirinên dagirkeriya Tirk li dijî Efînê û berxwedana şêniyan li kantona Şehbayê de, di nava rewşên jiyanê yên dijwar de, şandeyeke ji 3 kesayetên Efrînê berê xwe da Ewropayê da ku bi aliyên siyasî, dîplomasî, hiqûqî, mirovî, parlamenter, sendîka û şaredariyan re hevdîtinê bikin. Armanc jî ew e ku xwestek û daxwazên şêniyên Efrînê û rewşên di hundirê Efrînê û Şehbayê de bigihînin wan.

Şande ji Ayşe Hiso, Mişîra Mila Reşîd û Idrîs Weqas pêk hat. Di 4’ê vê Nîsanê de şandeyê serdana hin dewletên Ewropayê kir. Her wiha 20 rojan bi aliyên pêwendîdar re li ser rewşên di hundirê Efrînê û Şehbayê de nîqaş kirin.

Di vê çarçoveyê de ajansa me ANHA’yê hevpeyvîn bi endamê şandeyê hevserokê Kampa Serdemê ya Şehbayê Idrîs Weqas û berdevka Jinên Rojava Mişîra Mila Reşîd re piştî vegera wan ji derve, kirin.

Radestkirina belgeyan

Idrîs Weqas da zanîn ku şandeyê beriya ku serdana Almanya û Swêdê bike dosye û belgeyên bi wêne, vîdeo û agahiyên der barê binpêkirinên dagirkeriya Tirk di hundirê Efrînê de ji kiryarên qirkirina etnîk, guhartina demografîk, kuştin, revandin, talankirin û dizînê kom kirin. Ji wê jî zêdetir rewşa berxwedana şêniyên li kamp, gundên Şehbayê û gundên navçeya Şêrawa.

Şandeyê dosyayên bi belge radestî aliyên siyasî û dîplomasî kirin da ku li ser bixebitin û bandorê li ser bêdengiya navdewletî der barê kiryaran de jî bike.

Tirkiye alîkara DAIŞ’ê bû û Efrîn dagir kir

Weqas îşaret pê kir ku bi aliyên ku hevdîtin pê re kirine, der barê pêwîstiya dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê bi rêya dadgeheke navdewletî li Bakurê Sûriyê, nîqaş hatine kirin. Lê zêde kir ku doza Efrînê û bidawîkirina DAIŞ’ê pev ve girêdayî ye. Ji ber girêdayî dewleta Tirk e. Dadgehkirina DAIŞ’ê û sepandina destekdayîna Tirkiyê ya piştevaniya DAIŞ’ê dê bandorê li doza dagirkirina Efrînê jî bike.

Weqas da xuyakirin ku komên çete yên ku di hundirî Efrînê de ne, girêdayî Cebhet El-Nusra û çeteyên DAIŞ’ê ne.

Xwesteka avakirina komîteyekê ku rastiyan derxe holê

Her wiha şendeyê ji dewletên derve xwest ku divê komîteyek ji bo eşkerekirine rastiyan di hundirê Efrînê de bê avakirin. Ji ber hemû binpêkirinên ku dibin veşartî ne, bêyî ku tu alî cesaret bikin bikevin dundirê Efrînê û kiryarên ku tên kirin, belge bikin.

Aliyan tekez kir ku dewleta Tirk dagirker e

Berdevka bi navê jinên rojava Mişîra Mila Reşîd destnîşan kir ku partî û kesayetên ku pê re rûniştine tekez kirin ku dewleta Tirkiyê dewleteke dagirker e û wiha lê zêde kir: "Destpêkê me berê xwe da Swêdê. Li gel seroka Partiya Çep a Swêdê û seroka Şaredariya Stockholmê Christina Alvandale hevdîtin kir. Piştre berê xwe da Almanya û bi gelek kesayetên parlemanter weke  Zomer ê beşa pêşketin û karên li Rojhilata Navîn û Tirkiyê, Helen Afrem û parlamenter Haikou Lanka re jî rûniştin. Me dît ku Partiya Çepgir a Almanyayê sîstema hevseroktiya du zayendî ye. Ev jî ji kaniya fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê. Bi hevseroka partiyê Katia Kiping, hemû parlemanter û kesayetan re rûniştin û tekez kir ku Tirkiyê dewleteke dagirker e û divê bê mihasebekirin ji ber di Efrînê de sûcên şer pêk anîn."

Belge bi wêne û vîdeo hatin pêşkêşkirin

Mişîra wiha domand: "Hemû belgeyên ku hatine pêşkêşkirin tekez dikin ku Tirkiyê bi mafên şêniyên Efrînê komkujî pêk anîne. Weke wêrankirina bermahiyên Efrînê, revandin, kuştina sivîlan, destdirêjiyên li dijî jin û zarokan, berxwedana şêniyên Efrînê li Şehbayê. Belge radestî wan aliyan hatin kirin."

Mişîra wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Çeteyên DAIŞ’ê dê dîsa heke Tirkiyê û çeteyên wê di Efrînê man, careke din derkevin. Weke tevahî dizanin ku Tirkiyê piştgirê sereke yê çeteyên DAIŞ’ê ye. Ji lew re me bi wan aliyan re nîqaş kir ku mayîna Tirkiyê û çeteyên wê li herêmê rê li pêş fikra DAIŞ’ê û berdewamiya wê vedike. Ev jî xeteriyeke ku li dijî herêmê ye."

Aliyên Almanya û Swêdê tekez kir ku dê dozên ku hatine pêşkêşkirin, lêkolîn bikin û dê hewl bidin bigihînin rastiya ku di hundirê Efrînê de dibe. Dê dengê Efînê bigihînin aliyên pêwendîdar.

Hêjayî gotinê ye ku ev şande ya yekemîn e ji Efrînê hatiye avakirin ji dema dagirkirina Tirkiyê ya kantonê di 18’ê Adara 2018’an de û serdana dewletên derve ji bo nîqaşên der barê rewşên di hundirê Efrînê û Şehbayê de dibin, bikin.

(fr)

ANHA