Artêşa Tirk herêma Barzan bombebaran kir

Balafir û helîkopterên şer ên artêşa Tirk a dagirker Tirk herêma Barzan a Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

Artêşa Tirk herêma Barzan bombebaran kir
5 gulan, 2019   08:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê balafirên şer û helîkopterên artêşa Tirk a dagirker li herêma Barzanê qadên jiyanê yên sivîl bombebaran kirin.

Hate zanîn ku êrîş roja şemiyê piştî nîvro pêk hatiye. Ji ber bombebaranê gundiyên Helanê malên xwe berdane.

Di dîmenan de ku ajansa Rojnewsê weşandine, tê dîtin ku helîkopterek li herêmê direşîne.