ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05.05.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05.05.2019
5 gulan, 2019   04:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin

-Şêniyên herêma Dêrikê cenazeyê şehîd Têkoşer Piling ji nexweşxaneya Şehîd Hogir a Dêrikê ber bi Îtalyayê ve bi riya deriyê Sêmalka ve oxir dikin saet 8:30`an. Her wiha şêniyên herêma El- Keramê li gundewarê rojhilatê Reqayê cenazeyê şehîd Mihemed El-Berkes endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn li Goristana Şehîd Sêvdar oxir dikin saet 14:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Ji bo şermezarkirina lêkirina dîwarê parçebûnê û jib o piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê ji bo bidawîkirina tecrîda ku li Ocalan hatiye ferzkirin, li bajarê Kobanê çalakiyek tê lidarxistin saet 11:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rewşenbîrên Til Hemîsê diyar kirin ku erka xwe niha ya piştî şikandina leşkerî ya DAIŞ'ê têkbirîna fikrê wê ye. Rewşenbîran, komxebata eşîrên Sûriyê silav kirin û anîn ziman ku pêwîst bû ku eşîreyên Sûriyê di bin sîwanekê de kom bibin da ku nêrîneke hevpar der barê misogerkirina yekîtiya Sûriyê û rêgirtina li pêşiya mûdaxeleyên de derve derkeve.

- Bi baweriya ku parastina taxa Şêxmeqsûd û taxên din dikeve ser milên ciwanên wê, çav û lingê xwe winda kir, Elî Mihemed Elî ango Nesret Kirad ji bo wê çav û lingê xwe winda kirin. Her wiha tekez dike ku fedekariyên wî ji parastina şêniya ne buhatir e.

- Endamê Buroya Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sûriyê Demokratîk Sîhanok Dîbo destnîşan kir ku êlên tev li Komxebata Êlên Sûriyê bûne, êlên resen û niştîmanî Sûrî ne. Dîbo diyar kir ku êlan peyama xwe gihandin Şamê ku ew ji diyaloga ku aloziya Sûriyê çareser dike re amade ne.

DOSYA

- Asta destdirêjiyên hikumeta Tirk di şerên daîm û şerên navxweyî yên li Rojhilata Navîn û Afrîkayê de ji her kesî re eşkere bûye. Hikumeta Tirkiyê bi destekdayîna komên tundraw û rêxistinên wê yên siyasî, hewl dide dagirkeriya xwe berfireh bike, her wiha karibe çekên xwe bifiroşe. Lê belê bi serkeftinên Kurdan ên li Sûriyê re deriyê herî mezin ê li pêşiya serkêşê Osmaniyên nû Erdogan hate girtin. Gelo dewletên mîna Misr û Erebistan Siûdî bi taybet li Afrîkayê û peravên wê dê li hemberî projeyên Osmanî yên li herêmê bilivin?

CÎHAN

- Di encama nakokiyan de di navbera Rûsya û Tirkiyê de civîna Astana têk çû û herêmên bêçek gur bûn. Ji ber wê Tirkiyê daxwazên Amerîkayê qebûl kir. Ji aliyekî din ve li Sûdanê li ser rêjeya nûnertiyê di nav meclisa ku tê payîn ji bo birêvebirina welêt li darkeve nakokî di navbera leşker û sivîlan de. Erdoxan jî li pêşberî dijminahiya hevalên xwe yên kevn maye.

JIN

-Buroya Jin a Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê parka Şehîd Zekiye li navenda navçeyê vedike saet 17:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Jinên navçeya Tirbespiyê tekez kirin ku berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê mîna Leyla Guven û Nasir Yagiz dê ji wan bibin mînaka berxwedanê ji bo bidawîkirina tecrîda li Ocalan hatiye ferzkirin. Her wiha îşaret pê kirin ku civaka navdewletî bi bêdengiya xwe, beşek mezin ji berpirsyariyê li hember sûc û binpêkirinên Tirkiyê hildigire.

CIWAN

-Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Qamişlo Mihrîcana 5`an a hespên resen li gundê Gir Hok yê girêdayî navçeya Çilaxa organize dike saet 09:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Şaredariya Gel a El-Kesra li gundewarê rojavayê Dêrazorê bi dirûşmeya Jib o paqijiya welatê xwe em kar dikin dest bi hemleya paqijiyê dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi koordîneya rêxistina cîhanî ya tenduristiyê hemleya aşlekirinê li dijî felca zarokan li gundewarê rojavayê Dêrazorê destpê dike. .(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA