Li Reqayê konferansa Yekîtiya Cotkaran û Koperatîfên Çandiniyê pêk hat

Li Reqayê bi dirûşmeya "Ber bi rewşeke çandinî baştir ve" konferansa damezrîner a Yekîtiya Cotkaran û Koperatîfên Çandiniyê hate lidarxistin.

Li Reqayê konferansa Yekîtiya Cotkaran û Koperatîfên Çandiniyê pêk hat
Li Reqayê konferansa Yekîtiya Cotkaran û Koperatîfên Çandiniyê pêk hat
Li Reqayê konferansa Yekîtiya Cotkaran û Koperatîfên Çandiniyê pêk hat
Li Reqayê konferansa Yekîtiya Cotkaran û Koperatîfên Çandiniyê pêk hat
Li Reqayê konferansa Yekîtiya Cotkaran û Koperatîfên Çandiniyê pêk hat
Li Reqayê konferansa Yekîtiya Cotkaran û Koperatîfên Çandiniyê pêk hat
Li Reqayê konferansa Yekîtiya Cotkaran û Koperatîfên Çandiniyê pêk hat
Li Reqayê konferansa Yekîtiya Cotkaran û Koperatîfên Çandiniyê pêk hat
28 nîsan, 2019   14:34
REQA

Bi armanca pêşxistina çandiniyê û danîna projeyên ji bo demên pêş, îro Konferansa Yekemîn a Damezrîner ya Yekîtiya Cotkaran û Koperatîfan Çandiniyê li Reqayê li dar ket.

Konferans li hola Tac a li navenda bajarê Reqayê li dar ket. Tevahiya kooperetîfên cotkaran û çandiniyê yên Reqayê tevî bi dehan cotkar, serokên kooperetîfan û endamên Meclisa Sivîl a Reqayê tev li konferansê bûn.

Konferans bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê beşdaran astengî û pirsgirêkên ku cotkar di dirêjahiya salên derbasbûyî lê rast hatin nîqaş kirin. Her wiha li ser rêbazên pêşxistin, geşkirina warê çandinî, bicihanîna projeyên aboriya civakî lihev kirin.

Endamê rêveber ê saziyên civaka sivîl Mecid Ebdî axivî û got: "Piştî têkbirina DAIŞ`ê me bi rêya avakirina yekîtiyan û vekirina saziyên sivîl rêxistina xwe dest pê kir. Ev hemû bi saya fedekariyên QSD`ê û serkeftinên ku bi dest xistine pêk hatin.

Macid diyar kir ku bajarê Reqayê ziyan dîtin û wiha domand: "Bajarê me di gelek aliyan de bi taybetî di aliyê çandiniyê de gelek ziyan dîtin. Ji ber ku ji dewletên derve madeyên ku dema wan bibuhrî bû ji me re şandin ziyan gihiştin çandiniyê."

Ebdî rêziknameya yekîtiyê xwendin, beşdaran bendên wê nîqaş kirin û bi erêniya giştî hate erêkirin.

Piştre deriyê hilbijartinê li hember 11 nemzetan di nav de 4 jin ên 4 xetên Reqayê, hate vekirin. Di dawiya konferansê de Yekîtiya Hevgirtina Cotkaran û Çandiniyê hate avakirin. Mihemed El-Salim û Emîre El-Esaf wekî hevserokên yekîtiyê hatin hilbijartin.

(şx)

ANHA