Turnuveya baskêtbol a keçan bi dawî bû

Bi dirûşmeya `Em bi werzîşê têne ba hev û pêşdikevin` Komîteya Ciwan û Werzîşê îro pêşbirkên turnuvaya yekemîn a baskêtbolê ya keçan li bajarê Reqayê destpê kir. Turnuva bi serketina tîma Dibistana Elî Bin Ebî Talib bi dawî bû.

Turnuveya baskêtbol a keçan bi dawî bû
Turnuveya baskêtbol a keçan bi dawî bû
Turnuveya baskêtbol a keçan bi dawî bû
Turnuveya baskêtbol a keçan bi dawî bû
Turnuveya baskêtbol a keçan bi dawî bû
Turnuveya baskêtbol a keçan bi dawî bû
Turnuveya baskêtbol a keçan bi dawî bû
28 nîsan, 2019   14:05
REQA

Turnuva li hola werzîşî ya otêla Tac li rex Stada Beledî li navenda bajêr li dar ket. 4 dibistanên bajarê Reqayê Ebî Temam, Elî Bin Ebî Talib, El-Intîfada û Tariq bin Ziyad tev li turnuvayê bûn.

Bi dehan şêniyên bajarê Reqayê, endamên Komîteya Ciwan û Werzîşê, Buroya Jin a Meclisa Sivîl a Reqayê, nûnerên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn di maçe de amade bûn.

Turnuva bi maça yekemîn di navbera tîmên El-Intîfada û Ebî Temam de destpê kir. Dibistana Ebî Temam bi 10 -0 bi serket. Piştre maça duyem di navbera dibistanên Elî Bin Ebî Talib û Tariq Bin Ziyad de li dar ket û di dawiyê de Elî Bin Ebî Talib bi 3-0 bi serket.

Piştre ji bo naskirina şampyona turnuvayê dibsitana Elî Bin Ebî Talib li pêşberî El-Intîfada lîst, di dawiyê de Elî Bin Ebî Talib bi 8-6 bi serket û bû  şampyonê turnuvayê.

Piştî bidawîbûna lîstikê, hevseroka Komîteya Ciwan û Werzîşê Fatme Mihemed El-Xelîf axivî û destnîşan kir ku armanca wan ji pêşbirgê piştgiriya keçan e, ji ber ku ev pêşbirga yekemîn e ku piştî rizgarkirina bajêr li dar dikeve.

Di dawiyê de Komîteya Ciwan û Werzîş û Komîteya Jin a Meclisa Sivîl a Reqayê xelat, û kup û cilên taybet li lîstikvanan belav kir.

(şx)

ANHA