Portugalê bi Komkujiya Ermenan itîraf kir

Piraniya welatiyên Portugalê bi komkujiya ku desthilata Osmanî li dijî gelê Ermen di destpêka sedsala 20’an de pêk aniye, îtîraf kir.

Portugalê bi Komkujiya Ermenan itîraf kir
27 nîsan, 2019   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Espresses destnîşan kir ku rewakerên Portugalê bi Komkujiya Ermenan îtîraf kir. Her wiha got komkujiya bê ser û ber a ji hêla desthilatdarên Osmaniyan ve bi sere Ermenan de li ser xaka wan pêk aniye, civaka navdewletî wek ‘komkujiya yekemîn a destpêka sedsala 20’an’ bi nav kir.

Ev biryar a ku hemû hêzên siyasî yên di parlemana Portugalê de piştgiriya wê dikin, mîna bîranîna Komkujiya Ermenan e.

Biryara parlemantera Portugalê bal kişand ser ku divê ev biryara salvegerê wek waneyekê ji bo serdemê be. Ji ber lênêrandina nefreta rojavayiyan li hemû cîhanê pêwîst e trajediyên borî bên bîranîn da ku di mêjî de bimînin.

Parlemanê tekez kir ku divê piştevaniya mafên mirovan, girîngiya geşkirina diyalogan di navbera ol, çand û şaristaniyan de bê bipêşxistin.

Biryara parlamentoyê li aliyekî din jî îşaret pê kir ku di salên piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn de nêzî 1,5 milyon û 800 hezar mirov bi sedema komkujiyê hatin kuştin.

Desthilatdarên Osmaniyan di destpêka sala 1914’an de komkujî li dijî Ermen û xaçperestan (xiristiyan) li Tirkiyê pêk anîn. Di encamê de yên mane jî koçî çolistana Sûriyê bûn. Desthilatdarên Tirkiyê yên niha bi komkujiyên ku pêk anîne, li xwe mukir nayên û yê ku bûye sedema parçekirina gelên Ermen, Suryan, Keldan û Aşûr li welatên Rojhilata Navîn.

(fr)