Li ser rêya Keleha Necim mayinek teqiya

Li ser rêya di navbera bajarê Minbic û Keleha Necim de mayinek bi erebeyeke leşkerî de teqiya. Di encamê de 2 endamên hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn.

Li ser rêya Keleha Necim mayinek teqiya
26 nîsan, 2019   12:39
MINBIC

Beriya niha bi çend kêliyan li ser rêya di navbera bajarê Minbicê û Keleha Necim a rojhilatê bajarê Minbicê de, dema ku erebeyeke leşkerî derbas dibû, mayinek ku li ser rê hatibû bicihkirin, teqiya.

Li gorî agahiyên ku ajansa me bi dest xistine, di encama teqîna mayinê de 2 endamên hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn û ji bo tedawiyê rakirin yek ji nexweşxaneyên bajarê Minbicê.

(bx)

ANHA