Ciwanan lêkirina dîwaran şermezar kirin û soza rizgarkirina Efrînê dan

Tevgera Ciwanên Şoreşa a Sûriyê ya herêma Efrînê û Helebê, bi armanca ku balê bikşînin ser binpêkirinên dagirkeriya Tirkiye li Efrînê û rola ciwanên a li hemberî dagirkeran civîneke berfireh li Kampa Serdemê ya li Şahbayê li dar xist.

Ciwanan lêkirina dîwaran şermezar kirin û soza rizgarkirina Efrînê dan
Ciwanan lêkirina dîwaran şermezar kirin û soza rizgarkirina Efrînê dan
Ciwanan lêkirina dîwaran şermezar kirin û soza rizgarkirina Efrînê dan
26 nîsan, 2019   14:02
ŞEHBA

Civîn bi dirûşmeya "Bi têkoşîna ciwanên şoreşger tecrîd dê têk biçe û Efrîn rizgar bibe" hat lidarxistin. Bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Efrînê û bajarê Helebê û Tevgera Xwendekarên Demokratîk beşdarî civînê bûn. Li cihê civînê, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Tevgera Jinên Ciwan û pankartên "Serî hilde, şer bike, Efrîn rizgar bike û bi rihê berxwedana girtiyan serî hilde" hatibûn daliqandin.

Civîn bi deqeya rêzgirtin dest pê kir. Ji rêveberên Kongreya Star Zozan Mihemed  bal kişand ser berxwedan gelê li gelemperiya Kurdistanê û got: "Li seranserî Kurdistanê serhildan rabûne, berxwedana di girtîgehan de her ku diçe mezin dibe û grevên birçîbûnê berfireh dibin. Em di pêvajoyeke girîng de ne tê xwestin ku em têkoşîna xwe mezin bikin."

Zozan destnîşan kir ku erka mezin a di vê pêvajoyê de dikeve ser milê ciwanan û wiha domand: " Ji ciwanan tê xwestin ku têkoşînê mezin bikin, her wiha jinên ciwanê jî rola xwe ya girîng di vê pêvajoyê de pêk bînin, ji ber ku em li ser erdîngariyekê ne hawirdora me dagirker in, li benda ferzendekê ne ku êrîşî me bikin, niha jî dest bi lêkirina dîwaranên parçebûnê kirine. Lew re ji bo her rewşeke awarete em amade bin û li hemerî wê bibin mertal."

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Ebdo jî got, Bila ev civîn bibe bersiva herî xurt ji binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê û wiha domand: "Efrîn bi saya hêza ciwanan wê rizgr bike, dîwarên ku têne lêkirin wê werin rakirin, çawa Kobanê ji çeteyên DAIŞ rizgar bû, Efrîn jî bi îradeya ciwanên wê di demeke nêzîk de dê rizgr bibe."

Ebdo di dawiya axaftina xwe de bal kişand ku li gelemperiya Kurdistanê şoreş gur bûye û got: " Berxwedana girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de mezin dibe, em xeta wan bişopînin û dîwarê parçekirina Sûriyê ku hêzên dagirker li Efrînê lê dike rakin. Ciwan afrînerên jiyana azad û demokratîk in, li ser vî esasî em berxwedana xwe xurt bikin, ji ber ku hemû hêvî civakê bi ciwanan ve girêdayî ne."

Di dawiya civînê de senevîzyonek li ser destpêka şoreşa Sûriyê çawa ji şoreşa aştiyane veguherî şerekî çekdarî, Şoreşga Rojava û serhildana ciwanan li tevahî parçeyên Kurdistanê hate pêşandan.

(fr)

ANHA