Rûsyayê binketina civînên Astanayê ragihand

Aleksander Lavrentev ragihand ku beşdaran di diyalogên Astanayê yên der barê lîsteyên komîteya destûra Sûriyê de li hev nekiriye. Her wiha dewletên garantor di daxuyaniya piştî gera 12’emîn a civînên Astanayê de ragihand ku gera bê dê di Tîrmehê de li dar bikeve.

Rûsyayê binketina civînên Astanayê ragihand
26 nîsan, 2019   12:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê yê Sûriyê Aleksander Lavrentev tekez kir ku gera 12’emîn a civînên Astanayê bi bin ket. Her wiha diyar kir ku beşdaran der barê komîteya destûrê de li hev nekir.

Gera 12’emîn a civînên Astanayê yên der barê Sûriyê de, bi dawî bû. Xebatên dewletên garantor der barê komîteya destûrê de bi sedema nakokiyan bi bin ketin. Ji lew re ew xal hat derbaskirin û li ser rewşa Idlibê hate nîqaşkirin, lê dîsa jî bê encam derbas bû.

Dewletên qaşo garantor di daxuyaniya dawîn a der barê Sûriyê de ragihand ku civîna bê ya diyalogên Astanayê dê li Nûr Sultan di meha Tîrmehê de li dar bikeve.

Iraq û Lubnan dê çavdêriyê bikin

Her wiha Rûsya, Tirkiye û Îranê li ser vexwendina Iraq û Lubnanê ya diyalogên Astanayê wek çavdêr erê kir.

Ji aliyekî din ve jî, li herêmên bêçek êrîşên komên çete li ser hêzên rejîma Sûriyê û êrîşên balafirên Rûsyayê dewam dikin.

(fr)