Balafirên Rûsyayê “herêma bêçek” bombebaran kir

Di demekê de ku civîna Astanayê tê lidarxistin, balafirên Rûsyayê herêmên çiyayê Zawiyê yên girêdayî herêma bêçek bombebaran kirin. Her wiha balafir li ezmanê Idlib û Hemayê jî digerin.

Balafirên Rûsyayê “herêma bêçek” bombebaran kir
26 nîsan, 2019   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku balafirên Rûsyayê derdora Kensefra û Mûzarê yên girêdayî çiyayê Zawiyê bombebaran kirin. Her wiha erîşî deverên din ên wekî Şêx Idrîs û Hewaş ên bejahiya bakurê rojavayê Hemayê  kir. Heta vê kêliyê agahî der barê windahiyan de tune ne.

Hêjayî gotinê ye ku ev êrîş piştî çend seatan ji êrîşên komên çete bi moşekan li ser balafirgeha Hemîm a leşkerî pêk hat.

Her wiha komên çeteyan li herêmên bêçek, di roja duyemîn a civîna komxebata Astanayê de, êrîşên dijwar li deverên hêzên rejîmê yên li Sehil Xab a bejahiya Hemayê pêk anîn. Li ezmanê Hema û Idlibê jî balafirên keşfê digerin.

(eh)