Rêveberiya Xweser ji bo kirîna berhema genim amade ye

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariya kirîna berhema genim û miqdareke diyarkirî ji berhema ceh ji cotkaran bidawî kir.

Rêveberiya Xweser ji bo kirîna berhema genim amade ye
Rêveberiya Xweser ji bo kirîna berhema genim amade ye
Rêveberiya Xweser ji bo kirîna berhema genim amade ye
25 nîsan, 2019   07:46
NûçeeeEYN ÎSA – EHMED EL-KUMEYAN – TIRKÎ EL-KALID

Meclisa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi civînekê bi Desteya Aborî û Çandiniyê re ku 4`ê Nîsanê hate lidarxistin, deste erkdar kir ku planekê ji bo kirîna berhema genim ji cotkarên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê deyîne.

Derbarê mijarê, Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barodo ji ANHA`yê re axivî.

Selman wiha got: "Planeke guncaw ji bo pêşwazîkirina mewsima îsal ji cotkarên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate danîn, her wiha hemû tedbîrên pêwîst der barê wê de hatin girtin.”

Selman diyar kir ku navend û deboyên hatin amadekirin zêdetirî 700 hezar ton radike û 200 milyon dolar ji bo kirîna berhem hatin veqetandin.

Têkildarî nirxê kirîna genim, Selman destnîşan kir ku heta niha nirx nehatiye diyarkirin, ew vê yekê nîqaş dikin da ku nirxekî guncaw jêra diyar bikin û dê di demeke nêz de nirxê genim ragihînin.

Her wiha Selman Barodo diyar kir ku ew ê biqasî 20 heta 25 hezar ton ceh ji cotkaran bikirin.

Di dawiya axaftina xwe de Selman wiha got: "Ji karên me yên destpêkê di dema niha de, sererastkirina kanalên avdanê yên projeyên ku ji çemê Firatê avdidin, ku beriya niha di salên şer de hemû hatin rûxandin."

Hêjayî gotinê ye çandinî yek giringtirîn ji çavkaniyên peydakirina pêdiviyên jiyanê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Piştî çandiniyê, xwedîkirina sewalan di rêza duyemîn de tê.

(jo)

ANHA