Li Reqayê gavên ber bi geşkirina aboriya civakî ve

Komîteya Aborî ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo pêşxistina aboriya hundirîn gelek proje danîne pêşiya xwe û hewl dide di demeke nêzîk de wan pêk bîne.

Li Reqayê gavên ber bi geşkirina aboriya civakî ve
Li Reqayê gavên ber bi geşkirina aboriya civakî ve
Li Reqayê gavên ber bi geşkirina aboriya civakî ve
Li Reqayê gavên ber bi geşkirina aboriya civakî ve
Li Reqayê gavên ber bi geşkirina aboriya civakî ve
Li Reqayê gavên ber bi geşkirina aboriya civakî ve
Li Reqayê gavên ber bi geşkirina aboriya civakî ve
Li Reqayê gavên ber bi geşkirina aboriya civakî ve
Li Reqayê gavên ber bi geşkirina aboriya civakî ve
24 nîsan, 2019   07:08
REQA-EMAR EL-XELEF

Di encama dagikirina bajarê Reqayê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve di destpêka sala 2014`an de, hejmareke mezin ji dikan û kargehên ku pergala aboriya hundirîn a Reqayê xurt dikirin û derfetên kar peyda dikirin, hatin girtin. Ji ber wê di van demên dawîn de bazirganiya hundirîn a bajarê Reqayê paşde ketibû.

Komîteya Aborî ya Meclisa Sivîl a Reqayê piştî ked û hewldanên bêhempa karibû rewşa aborî geş bike. Komîteyê tevahiya kel û pel û pêdiviyên bazirganî yên bajêr û miqdarên yedek ji pêdiviyên pêşxistina warê çandiniyê mîna semad, tovên pak û sotemenî peyda kirin. Her wiha komîteyê hewl da madeyên bingehîn mîna şekir, arvan, zeyt û birinc peyda bike û dewriyeyên ji bo kontrolkirina buhayê kel û pelan di nav sûkan de meşandin.

Bi avakirina Meclisa Sivîl a Reqayê re di 18‘ê Nîsana2017`an de gelek komîteyên girêdayî wê hatin avakirin. Ji wan yek jî Komîteya Aborî ye. Komîteyê erka pêşxistina warê bazirganiya hundirîn li bajêr hilgirt ser xwe.

Hevserokê Komîteya Aborî Rêşad Kudro destnîşan kir ku Reqa ji herêmên herî girîng li Sûriyê ji aliyê çandinî û pîşeyî ve tê hesibandin. Kudro diyar kir ku komîteyê dest bi sererastkirina kanalên avdanê, kargehên ku rolek mezin di pêşxistina aboriya bajêr de dilîzin mîna depoyên genim û hilmijên avê kir.

Kudro bi bîr xist ku komîteyê hewl da asta koordîneyê bi xwediyên dikanên bazirganî û pîşeyî re zêde bike, da ku lez bidin vekirina dikanan. Her wiha komîteyê erka peydakirina kelûpelan û madeyên xwarinê ji wan dikanan re hilda ser xwe.

Kedro wiha domand: "Tê texmînkirin ku hilberîna genim a îsal bigihêje 600 hezar tonî. Saziyên çandiniyê miqdara hilberînê ya zêdetirî hewcedariya Reqayê ji cotkaran dikirin. Bi vê yekê cotkar neçar namînin ku mewsima genim depo bike yan jî rastî kesybaziya bazirganan werin."

Di dawiyê de Rêşad Kudro bang li tevahiya xwediyên dikanên bazirganî, pîşeyî û avahîsazî kir ku vegerin bajarê Reqayê û tev li pêşxistina aboriya hundirîn a bajêr bibin.

(şx)

ANHA