Li Kolomboyê teqîneke din pêk hat

Îro di saetên sibê de li paytexta Srî Lanka Kolobmoyê di hundirê holeke sînemayê de, teqînek pêk hat.

Li Kolomboyê teqîneke din pêk hat
24 nîsan, 2019   05:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Sky News ragihand ku îro di saetên sibê de li paytexta Srî Lanka Kolomboyê di hundirê holeke sînemayê de teqînek pêk hat. Nehat diyarkirin ku teqîn ji ber çi pêk hatiye.

Artêşa Srî Lankayê destnîşan kir ku teqîn ji ber bombeyeke ku li nêzî salona sînema Safwey li Kolobmoyê pêk hat.

Berdevkê polîsên Srî Lankayê diyar kir ku di encama rêzeteqînên ku li Srî Lankayê li dijî 3 dêr û 4 hotêlan pêk hatin, 360 kesî jiyana xwe ji dest dane.

(bx)