ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24.04.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24.04.2019
24 nîsan, 2019   04:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin

-Koçberên Kampa Erîşe ya li kantona Hesekê li ber navendên rêxistinan çalakiyek protestoyî li dar dixin saet 10:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa navçeya Serêkaniyê ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê ya bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek li dar dixe saet 11:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê bi hevkariya rêxistina Wîfaq û rêveberiya dibistana El-Buhtirî pêşengeha karedestiyên xwendekaran û wêneyên wan vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Ermen a Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiya bîranîna qurbanên komkujiya Ermen a ku dewleta Osmanî li ser gelê Ermen de pêk anîne, li taxa El-Nasre ya bajarê Hesekê li dar dixe, saet 10:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Yek ji ferdên malbata Manok ku ji komkujiyên Osmaniyan filîtine, destnîşan kir ku DAIŞ ji bo pêkanîna heman planên sala 1915’an derket û li cihê Komkujiya Ermeniyan jî têk çû. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Ermeniyên Efrînî yên li herêma Şehbayê dimînin gotin, binpêkirinên ku Osmaniyên beriya sedên salan li dijîn ermenan pêk anîbû, niha li Efrînê ji aliyê artêşa dagirkeriya Tirkiyê dûbare dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şirketa Googlê piştî doza ku Tirkiyê vekiriye, pirtûkxaneya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser malpera xwe rakir. Ji ber wê şêniyên Til Hemîs û Til Birakê girteka Googlê şermezar kirin û destnîşan kirin ku dewleta Tirk hewl dide nasnameya gelan biçewsîne û rê li pêşiya belavbûna fikrê Ocalan bigire. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Şêx Ebdulrezaq El-Salim, têkildarî herêma ewle ku Tirkiyê dixwaze li Bakurê Sûriyê ava bike got: "Efrîn beriya dagirkirinê, di bin banê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de herêmeke ewle bû, lê niha rewşa wê trajedîk e û şêniyên koçber bûne, gelo dagirkeriya Tirk behsa kijan ewlehiyê dike?" (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Siyasetmedarên Sûriyê bal kişand ku civînên li derve têne lidarxistin têk diçin, "Ji ber ku dewletên herêmî û biyanî çareserkirina aloziya Sûriyê û pêkanîna aramiya wê ne li gorî berjenwediyên xwe dibînin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Her du xwişkên astengdar Fatma û xezalê karîn xwe weke çînek hilberîner di civakê de isbat bikin. Herduyan astengdariyên xwe derbas kirin û berpirsyariya xwedîkirina malbatê hilgirtin ser xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

- Komîteya Çalakaiyan a Rêveberiya Dibistanan a Kantona Qamişlo amadekariyên lidarxistina Mihrîcana Duyemîn a Xwendekaran li ser asta kantonê dike. Mihrîcan dê di bin navê Mihrîcan Şehî Egîd Çîlo de û dirûşmeya `Bi zimanê xwe em ê fêr bibin û bi çanda xwe em ê bijîn` li dar keve. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Komîteya Aborî ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo pêşxistina aboriya hundirîn û geşkirina bazirgeriyê plansazî daniye pêşiya xwe û hewl didin di demeke nêzîk de pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Projeyan baxçeyên sergirtî bi awayekî balkêş bi ser ketiye. Rêveberiya Kampa Newroz  hewl dide projeyê berfireh bike û hilberînê zêde bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA