'DAIŞ li cihê Komkujiya Ermenan têk çû'

Yek ji ferdên malbata Manok ku ji komkujiyên Osmaniyan filîtine, destnîşan kir ku DAIŞ ji bo pêkanîna heman planên sala 1915’an derket û li cihê Komkujiya Ermeniyan jî têk çû.

'DAIŞ li cihê Komkujiya Ermenan têk çû'
24 nîsan, 2019   04:20
QAMIŞLO - MÛRADA KENDA

Dewleta Osmanî di Şerê Cîhanê yê Yekêmîn de li Tirkiye û Kurdistanê di navbera salên 1915 û 1918’an de komkujî li ser pêkhateyên Ermen, êzidî û Suryan pêk anîn. Di komkujiyê de herî kêm milyonek û nîv Ermen hatin qetilkirin û bi sed hezaran Ermen jî bi darê zorê ji cih û warên wan hatin koçkirin. Pêkhateyên Ermen jî weke  her sal ji bo bîranîna 24’ê Nîsanê wek Roja Komkujiya Ermenan qebûl dikin.

Malbata Manok jî ji komkujiyên Osmaniyan derbas bûye. Yek ji ferdên malbata Manok, Gerabet Manok komkujiyên dewleta Osmanî ji ajansa me re nirxandin. 

Gerabat Manok 64 salî ye û ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve di Buroya Rêveber a Beşa Ekolojiyê ya Şaredariya Gel a Qamişlo de cih digire. Malbata Manok sala 1940’an ji navçeya Sason a bajarê Elihê ya Bakurê Kurdistanê koçberî Rojavayê Kurdistanê gundê Cûxa yê girêdayî Qamişlo dibe.

Di komkujiya dewleta Osmanî de ji malbata Gerabet Manok nêzî 260 kesî tên qetilkirin. Kesên ku di destên Osmaniyan de bûn, bi darê zorê ola wan diguherandin û ew dikirin misilman. Têkildarî polîtîkayên Osmaniyan, Gerabet Manok ev tişt gotin: “Bapîrê min di temenê 11 salî de çû Amedê û derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Ez li bajarê Qamişlo ji dayik bûm. Serpêhatiyên Ermenan, dapîra min ji min re digotin. 3 apên bavê min bi zorê hatin misilmankirin û navên wan guherandin. Polîtîkayên nîjadperest ên dewleta Osmanî bûn sedem ku bi milyonan ji pêkhateyên Kurd, Ermen, êzidî û Suryan werin qetilkirin.” 

‘Nîjadperestiya Osmanî Tirkiye wergirtiye’

Gerabet Manok destnîşan kir ku berdewama dewleta Osmanî dewleta Tirk jî bi heman nîjadperestiyê li ser hemû pêkhateyan dide meşandin û got: “Dewletên navneteweyî çavên xwe ji komkujiyên dewleta Tirk re girtiye. Rojane mirov tên qetilkirin, lê bê deng in. Rojekê tu dewletekê negotiyê çima hûn bê deng in? Di fikrên wan de tenê berjewendî hene.”

Gelek pêkhateyên Ermen ên ku ji komkujiyê filîtin, xwe spatin axa Rojavayê Kurdistanê. Lê li wir jî komkujiya Osmaniyan nesekinî û sala 1951’an herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê komkujiyên dewleta Osmanî der heqê Ermenan de pêk hatin. Bajarokê Mergede bi 90 km dikeve başûrê bajarê Hesekê. Li vir di sala 1915’an de Osmaniyan li ser gelê Ermen komkujî pêk anîn. Di komkujiyê de li gorî lêkolînên ku hatine kirin, nêzî 600 Ermen hatin qetilkirin. Çiyayê Mergede yek ji şahidên komkujiyê  ye. Di çiya de gelek gorên Ermenan hene, ji ber wê jî navê El-Riqûd lê hatiye kirin. Ev komkujî wek pêngava dawîn a pêngavên koçberkirin û qirkirinê tê hesibandin û di sala 1915'an de pêk hatiye. Her sal pêkhateyên Ermen di meha Nîsanê de serdana dêra Mergedr ya li Dêrazorê dikin.  

‘DAIŞ li warê komkujiyan têk çû’

Manok ji bo têkçûna DAIŞ’ê diyar kir ku li cihê Komkujiya Ermenan DAIŞ têk çû û got: “Li Mergede li nêzî 11 şikeftan hestiyên miriyên Ermenan hene. DAIŞ li heman cihê Komkujiya Ermenan li ser pêkhateyên êzidî jî komkujî pêk anî û li wir têk çûn. Bi destê şervanên QSD’ê û gelê ku di nava jiyana hevbeş de dijî têk çû. Em spasiya wan dikin ku pêşiya komkujiyên nû girtin. Heman sîstema komkujiya dewleta Osmanî; dewleta Tirk û çeteyên wê DAIŞ dimeşîne.”

‘Berdewamkirina planên 1914-1915’an DAIŞ derxist’

Manok diyar kir ku hebûna DAIŞ’ê heman planên sala 1914-1915’an in û got: “Heman hovîtiya dewleta Tirk a dagirker bi avakirina çeteyên DAIŞ’ê derket holê. Ev çete li ser berdewamkirina komkujiya gelan hatin avakirin. Li ber çavê hemû dewletan e ku Tirkiyê DAIŞ ava kir.”

‘Herêmên me pirreng in’

Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava biratiyê de dijîn.  Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî baxê giştî ye ku hemû kulîlkên cuda di nav de cih digirin. Zarokê min bi kurdî, ermenî, suryanî û erebî dizanin. Ji ber ku li vir bi hemû pêkhateyan re em di nava hevbeşiyê de ne. Cihê bawerî, ziman, dibistanên pêkhateyan heye. Dewleta Tirk a dagirker aramiya me hedef digire.”

ANHA