Hejmara qurbaniyên rêzeteqînên li Srî Lankayê bû 290

Hejmara qurbaniyên rêzeteqînên ku dêr û otêlên li Srî Lankayê kirin armanc, gihaşt 290 kesî û hejmara birîndaran jî bû 500. Her wiha 13 gumanbar hatin destgîrkirin û Washingtonê hişyarî der barê planên terorîst ên li dijî Srî Lankayê de da.

Hejmara qurbaniyên rêzeteqînên li Srî Lankayê bû 290
22 nîsan, 2019   07:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên Srî Lankayê ragihand ku hejmara qurbaniyên rêzeteqînên ku di roja cejna Paskalyayê  ya xiristiyanan de otêl û dêrên li deverên cuda yên welêt kirin armanc, di roja duşemê de gihaşt 290 kuştî û zêdetirî 500 birîndaran.

Rayedarekî polîsan bêyî ku navê xwe eşkere bike, ji AFP`ê re wiha got: "Hejamar nêzî 290 kuştî û 500 birîndar in."

Rayedar bi bîr xist ku ji dema bidawîkirina şerê navxweyî ve ku berî 10 salan bû, li welêt ev tundtirîn êrîş in. Her wiha rayedaran diyar kir ku di 8 rêzeteqînan de, ji wan 2 êrîşên xwekuj in ku otêl û dêr di dema ayînên cejna Paskalyayê de kirin armac.

Her wiha 3 polîs jî dema xwekujekî din xwe teqand, hatin kuştin.

13 gumanbar hatin destgîrkirin

Têkildarî mijarê îro hikumeta Srî Lankayê ragihand ku polîsan komek ji 13 kesên ku destê wan di rêzeteqînên de heye, girtine. Hikumeta Srî Lankayê der barê kesên girtî de tu agahî nedan, lê polîsekî ji AFP`ê re got hejmara girtiyan 13 kes e û li 2 deverên cuda li paytext Kolombo û nêzî wê hatine girtin.

Her wiha hate zanîn ku kesên girtî, hemû ji komeke tundraw in. Serokwezîr Ranil Wickremesing jî roja yekşemê gotibû 8 kesên gumanbar girtine.

DYA’yê hişyarî da

Îro jî Wezareta Derve ya DYA’yê der barê planên terorîst ên der heqê êrîşên li dijî Srî Lankayê de hişyarî da ku herêmên geştiyarî û navendên veguhastin, kirîn û firotinê dikin armanc.

(eh)