Mitbaxa El-Ferdos alîkariya dildarî pêşkêşî kesên hewce dike

Komek ji şêniyên Reqayê Mitbaxa El-Ferdos bi armanca pêşkêşkirina danên xwarinê ji sêwiyan, malbatên xizan û kesên bi hewce re vekir.

Mitbaxa El-Ferdos alîkariya dildarî pêşkêşî kesên hewce dike
Mitbaxa El-Ferdos alîkariya dildarî pêşkêşî kesên hewce dike
Mitbaxa El-Ferdos alîkariya dildarî pêşkêşî kesên hewce dike
22 nîsan, 2019   07:01
REQA-RUBA EL-ELÎ

Bi armanca pêşkêşkirina desteka madî, manewî, bi însiyatîf û komek ji şêniyên Reqayê Mitbaxa El-Ferdos li navenda Reqayê vekir. Mitbax danên xwarinê ji malbatên xîzan, sêwiyan û kesên bi hewce re bê pere pêşkêş dike.

Mitbaxa El-Ferdos li taxak El-Ferdos li navenda bajarê Reqayê beriya vê bi 5 mehan hate vekirin. Mitbax bê pere dixebite.

Di mitbaxê de 5 jin ji şêniyên Reqayê bi dildarî dixebitin û hewl didin danên xwarinê ji kesên xizan û bi hewce re pêşkêş bikin.

Jin ji saet 9:00`ê sibehê heya 15:00`an dixebitin. Rojane danên xwarinê ji 200 heya 250 malbatan re pêşkêş dikin. Danên xwarinê bi awayek wekhev li gorî endamên malbatê yan jî li gorî serjimariyê têne belavkirin. Di radeya yekemîn de destpêkê ji sêwiyan re têne pêşkêşkirin.

Girêdayî makenîzmeya karê mitbaxê jina bi navê Zehra El-Casim a ku bi dildarî di mitbaxê de dixebite got: "Em hewl didin xwarinê bighînin her sêwiyek û kesên xizan bikin.”

Zehra got ew rojane alîkariya zêdetirî 200 malbatan dikin.

Zehra bang li rêxistinên mirovî kir ku piştgiriya wan bikin da ku alîkariya malbatên xizan bi taybet sêwiyên ku malbatên xwe di encama binpêkirinên çeteyên DAIŞ`ê de winda kirine bikin.

(şx)

ANHA