Ji ber ku servekirî derket maçê muzekereya rawestandinê der heqê wê de hat ragihandin

Desthilata Îranê muzakereya rawestandinê der heqê Sedef Xadim de ragihand ku li Fransayê servekirî derket maça boksê.

Ji ber ku servekirî derket maçê muzekereya rawestandinê der heqê wê de hat ragihandin
21 nîsan, 2019   13:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Jina îranî Sedef Xadim li Fransayê bi awayekî fermî derbasî werzîşa boksê (mûlakem) bû, paşê di maça pisporan de li hember lîstikvana fransî Anşovan bi ser ket. 

Sedef Xadim ji ber ku bêyî “hicab” anku servekirî derbasî maçê bû, deshilata Îranê muzakereya rawestandinê der heqê wê û rahêndêrê wê Mihyar Monişyor de derxist.

Dezgehên çapemeniyê bi bîr xist ku Sedef Xadim (24) û rahêndêrê wê biryara mayîna li Fransayê daye.

(eh)