Yekemîn Pêşbirkên Sporê yên Xwendekaran sêşemê dest pê dikin

Bi beşdariya 470 xwendakaran li bajarê Qamişlo çalakiya Yekemîn Pêşbirkên Sporê yên Xwendekaran roja sêşemê dest pê dike.

Yekemîn Pêşbirkên Sporê yên Xwendekaran sêşemê dest pê dikin
Yekemîn Pêşbirkên Sporê yên Xwendekaran sêşemê dest pê dikin
21 nîsan, 2019   13:24
QAMIŞLO

Yekemîn Pêşbirkên Sporê yên Xwendekaran ên Qamişlo dê li Stada Şehîdên 12`ê Adarê ya bajarê Qamişlo, bi beşdariya 470 xwendekarên ji qonaxên amadehî û navîn, xwendekarên Zanîngeha Qurtiba û Zanîngeha Rojava were lidarxistin.

Çalakiya Yekemîn Pêşbirkên Sporê yên Xwendekaran ji aliyê Yekitiya Xwendekaran û Yekitiya Werzîşê ya Giştî ya Herêma Cizîrê ve tê birêxistinkirin û bi hevkariya rêveberên dibistanên kantona Qamişlo û rêveberiya kantona Qamişlo, ji gelek pêşbirkên wekî spora (werzîş) taykwando, goka hesin, sîf, canbazî, pêşbirka sîfan û bazdanên bi dirêjahiyên hezar û 500 metre, 800 metre, 400 metre û 200 metre pêk tê.

Têkildarî mijarê berpirsê pêlîstokên hêzê yên li kantona Qamişlo Hisên Nasir ji ajansa me re wiha got: "Ev cara yekem e ku li bajarê Qamişlo dê pêşbirkeke wiha pêk were û ev gaveke serkeftî ye.”

Hisên Nasir destnîşan kir ku aramanca lidarxistina çalakiya Yekemîn Pêşbirkên Sporê yên Xwendekaran ew e ku rola ciwanan di sporê de piştî krîza ku welat tê re derbas bû, aktîf bikin.

Dihat payîn ku pêşbirk roja duşemê di 22’yê Nîsanê de bihatana lidarxistin, lê Yekitiya Werzîşê ji ber rewşa hewa hilda roja seşemê anku 23`yê Nîsanê.

(eh) 

ANHA