Gerîla ketin nava çeperên dijmin: 12 leşker hatin kuştin

HPG'ê der barê çalakiya hêzên wan a 19'ê Nîsanê ya li navçeya Çelê ya Culemêrgê de daxuyaniyek weşand. HPG’ê ragihand ku di çalakiyê de yek jê fermandar, herî kêm 12 leşker hatine kuştin.

Gerîla ketin nava çeperên dijmin: 12 leşker hatin kuştin
21 nîsan, 2019   11:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li navçeya Çelê ya Culemêrgê û li herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê li dijî hêzên dagirker ên Tirk çalakî hatine lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku gerîla li Çelê ketine nava çeperên artêşa Tirk a dagirker û çûne ser gelek cenazeyên leşkeran.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, hêzên me 19'ê Nîsanê saet di 21:10'an de li navçeya Çelê ya Culemêrgê avêt ser leşkerên TC ên dagirker ên li ser Girê Şehîd Bager ê li Girê Koordîne.

Hêzên me ji 2 baskan ve li çeperên dijmin ên li ser gir xistin û ji cihekî nêz ve derbên giran li çeperan hemûyan xistin. Hêzên me ketin nava çeperên dijmin û çûn ser gelek cenazeyên dijmin. Gelek çeperên dijmin hatin rûxandin. Di vê çalakiya serdegirtinê de 12 leşkerên dijmin hatin kuştin ku yek jê fermandarê li ser gir bû, 10 leşker jî birîndar bûn. Her wiha 3 bataryayên obusê yên li ser gir ji aliyê hêzên me ve bi temamî hate rûxandin. Di dema çalakiyê de gelek leşker ji çeperên xwe yên li ser gir reviyan. Aqûbeta 3 ji van leşkeran nayê zanîn, winda ne.

Hêzên me di heman demê de li yekîneyên dijmin ên li Girên Koordîne, Şehîd Zekî û Petrot xistin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê heta saet 05:00 ê 20'ê Nîsanê bi balafirên şer û çekên giran bombe li herêmê barand."

'Bila gelê me ji nûçeyên çapemeniya Tirk bawer neke'

HPG'ê agahiyên ji aliyê Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk ve hatin belavkirin û nûçeyên çapemeniya Tirk ên li ser mijarê derewandin.

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Fermandariya Giştî ya TC û medya AKP'ê bi berevajîkirina rastiyan hewl didin bîlançoya şer ji raya giştî veşêrin. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi afirîneriyeke mezin û rêbaza fedayîtiyê ev çalakî pêk anîn. Hewl didin vê têkçûna xwe ya di çalakiyê de veşêrin û bi weşandina nûçeyên bi îdîaya 'windahiyên me yên giran' dixwazin civakê bixapînin. Di van çalakiyan de ku ji bo bîranîna hevalên me yên dema dawî bi êrîşên hewayî şehîd bûn hate kirin û di bomberdûmana piştî wê de ti windahî ji hêzên me çênebûye. Hevalên me hemû bi rengekî serketî vegeriyane baregehên xwe. Bila gelê me ji nûçeyên sexte yên medya Tirk bawer neke."

Li Sîdekanê 2 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiya li herêma Sîdekanê jî ev agahî ragihandin: "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, hêzên me 20'ê Nîsanê saet 14:30'an li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî yekîneyên dijmin ên li ser Girê Lêlîkanê çalakiyek pêk anî. Ji 2 baskan ve li çeper û stargehên dijmin hate xistin û di encama çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin. Her wiha 2 çekên bombeavêj, kamerayeke mobese û radarek li ser gir hatin rûxandin. Artêşa TC a dagirker danê êvarê bi obus û hawanan herêm bombe kir û bi piştgiriya helîkopterên êrîşê, leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê bir."

Li Avaşînê êrîşa hewayî

Hate ragihandin, balafirên şer ên Tirk 20'ê Nîsanê bombe li herêma Avaşînê barandine. Di daxuyaniyê de hate gotin, "20'ê Nîsanê saet 02:00, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qada Basya ya herêma Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bomberdûmanê zerar negihişt hêzên me."