Gelê Ukraynayê ji bo hilbijartinên serokatiyê dengên xwe didin

Li Ukraynayê îro di gera duyemîn a hilbijartinên serokatiyê de, dengdayîn berdewam dike.

Gelê Ukraynayê ji bo hilbijartinên serokatiyê dengên xwe didin
21 nîsan, 2019   11:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Gera yekemîn a hilbijartinên serokatiyê li Ukraynayê di 31`ê Adara de pêk hat. Ji ber ku tu namzetan têra xwe deng wernegirtin, îro gera duyemîn a hilbijartinan pêk tê.

Komîteya Hilbijartinên Navendî ya Ukraynayê ragihand ku Volodîmîr Zelenskî û serokê niha Pietro Proşenko di gera hilbijartinan a duyemîn de dikevin hilbijartinan.

(eh)