Cenazeyê şehîd Xwînrij Welat li Hesekê hate veşartin

Bi beşdarbûna bi sedan welatiyên bajar û gundewarên Hesekên cenazeyê şervanê YPG‘ê Sîpan Cafer (Xwînrij Welat) ê ji Efrînê li Goristana Şehîda Dijwar hate veşartin.

Cenazeyê şehîd Xwînrij Welat li Hesekê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Xwînrij Welat li Hesekê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Xwînrij Welat li Hesekê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Xwînrij Welat li Hesekê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Xwînrij Welat li Hesekê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Xwînrij Welat li Hesekê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Xwînrij Welat li Hesekê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Xwînrij Welat li Hesekê hate veşartin
20 nîsan, 2019   17:05
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajar û gundewarên Hesekê cenazeyê şervanê YPG‘ê Sîpan Cafer (Xwînrij Welat) ê ku di 13’yê Nîsanê de li gundê Baxoz ê Dêrazorê di dema kar û barên paqijkirina herêmê de şehîd bû, ji ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve bi rê ketin.

Li goristana merasîm bi deqeya rêzgirtina leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ‘ê ve dest pê kir.

Piştre Meclisa Malbatên Şehîdan şehadeta şervanên QSD‘ê Ehmed El-Huseynî (Mêrxas) û Zekeriya El-Îsa (Jiyan Hesekê) eşkere kir.

Di merasîmê de, rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan Bengîn Badînî, ji fermandarên YPG‘ê Ezîz Hesekê û bi navê TEV-DEM‘ê Ferhan Dawid axivîn.

Kesên axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û gotin, van şervanan ji bo pêkanîna jiyaneke azad û wekhev canê xwe feda kirin, ji bo dilsoziya bi wan re divê destkeftiyên ku bi saya wan hatin bidestxistin werin parastin.

Fermandarê QSD‘ê Ezîz Hesekê soza şopandina rêya şehîdan û pêkanîna armancên wan da.

Dayika şehîd Xwînrij, Gulîstan Efrînê jî axivî û got: "Dema Xwînrij şehîd ket, min soz da ku rûndikan nebarînim, ji ber ku me hêz ji fikr û felsefeya rêberê xwe Ocalan girtiye. Kesên lewaz digirîn, ji ber vê yekê em negirîn, em ê Efrînê rizgar bikin û di şahiyan de rûndikên kêfxweşiyê bibarînin."

Dayika şehîd her wiha got: "Dema em dibêjin şehîd namirin, tê wateya ku em xeta wan dişopînin, bila Erdoganê faşîst zanibe ku berxwedana lehengên wan têk naçe û bi dawî nabe. Şehîd Xwînrij ji min re digot em ê Efrîn rizgar bikin û lê vegerin. Ez soz didim ku têkoşînê dewam bikin heta Efrîn rizgar bibe û hêviyên şehîdan pêk werin."

Nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Paşê cenazeyê şehîd Xwînrij di nava dirûşme û tilîliyên dayikan hate veşartin.

ANHA