Ji malzaroka şoreşê serpêhatiya şehîdekî

Xwedî giyanek şoreşgerî û têkoşînek têr û tijî ye. ji biçûkahiya xwe ve bi Tevgera Azadiya Kurdistanê bi bandor dibe û hêvî dike ku tevlî bibe. Em qala  Xeyrî Xelef bi nasnav Şoreş Xezne dikin.

Ji malzaroka şoreşê serpêhatiya şehîdekî
Ji malzaroka şoreşê serpêhatiya şehîdekî
Ji malzaroka şoreşê serpêhatiya şehîdekî
Ji malzaroka şoreşê serpêhatiya şehîdekî
Ji malzaroka şoreşê serpêhatiya şehîdekî
Ji malzaroka şoreşê serpêhatiya şehîdekî
Ji malzaroka şoreşê serpêhatiya şehîdekî
Ji malzaroka şoreşê serpêhatiya şehîdekî
19 nîsan, 2019   04:20
QAMIŞLO-ŞÎNDA EKREM

Xeyrî Xelef bi nasnav Şoreş Xezne di sala 1995`an de li gundê Xenze yê girêdayî bajarê Tirbespiyê jidayîk dibe.  Bi navê yek ji têkoşerên (Xeyrî Durmuş) berxwedana 14`ê Tîrmehê ya girtîgeha Amedê li Bakurê Kurdistanê tê binavkirin.

Malbata Xeyrî ji 10 endaman 5 xort, 3 keç, dê û bav pêk tê. Malbat di nav cîranên xwe de bi giyana welatparêzî û girêdana bi Tevgera Azadiya Kurdistanê tê naskirin.

Xeyrî heya asta amadeyî dixwîne û piştre berê xwe dide bajarê Qamişlo da ku xwendina xwe temam bike.

Piştî demeke kin tevgera gelêrî li Sûriyê destpê dike û Xeyrî tevlî xwepêşandanên li dijî rêjîma Sûriyê dibe.

Di sala 2012`an de piştî rizgarkirina Kobanê ji rêjîma Sûriyê û ragihandina Şoreşa 19`ê Tîrmehê hewldanên ji bo birêxistinkirina civakê destpê kirin. Ji bo parastina destkeftiyên şoreşê hêzek leşkerî bi navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hate avakirin. Xeyrî mîna ciwanên herêmê bi nasnav Şoreş Xezne tevlî nav refên YPG`ê dibe.

Xeyrî li rex ciwanên welêt xaka xwe ji êrîşan parast û beşdarî şerên dijwar ên ku li gundên Herêma Cizîrê, bû.

Mereqdar e û hez dike axaftinên endamên Tevgera Azadiya Kurdistanê guhdar bike

Apê Xeyrî Yasir Xelef destnîşan kir ku Xeyrî bi reftarên xwe kesek pênedihesand ku zarokek biçûk e û wiha domand: "Reftar û tevgerên wî balkêş bûn. Ji ber girêdana malbatê bi tevgerê re, mereqdar bû û  hez dikir ku di her civînekê de tevî malbatê amade be û axaftina têkoşeran guhdar bike."

Birayê Xeyrî Kemal bi van gotinan qala birayê xwe kir: "Xeyrî ji biçûkahiya xwe ve digot dema mezin bibe dê berê xwe bide çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gêrîlla bibe. Rojekê ro çû ava û Xeyrî venegeriya mal. Piştî lêgerîna çend saetan, yek ji gundiyan hate mala me û got Xeyrî li gundê Girê Zêrayê ye û israr dike ku tevlî  Tevgera Azadiya Kurdistanê bibe."

Bavê Xeyrî jî Inad Xelef destnîşan kir ku piştî Xeyrî diçe Qamişloyê da ku xwendina xwe temam bike, li wir bi awayekî veşartî tevlî  tevgerê dibe û xebatên şanoya Kurdî jî dike.

Tevlîbûna şoreşê

Bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an re, Xeyrî yek ji ciwanên destpêkê yên ku tevlî şoreşê bû û cihê xwe di nava YPG`ê de girt. Her wiha ji bo firehkirina zemîna yekîniyê, ciwan teşwîqî tevlîkirinê dikir.

Hevalê Xeyrî şervan Egîd diyar kir ku dema yekîneyê dixwest tugayekî li gund ava bike, hinek alî dibûn asteng û wiha got: “Xeyrî şêniyên gund kom kirin û ji wan re got, ‘em tugayê ji bo parastina we ji êrîşên çeteyan vedikin. Ev erka me hemûyan e û divê hûn alîkariya me bikin. Da ku em karibin xwe biparêzin’. Xeyrî bi şêwaza xwe ya nerm karî şêniyên gund iqna bike."

Apê Xeyrî yê bi navê Ebas Xelef wiha qala birazayê xwe kir: “Dema cara yekê Xeyrî bi cilên leşkeri serdana gund kir, xwişka wî kelecan girt. Min lê niherî û min di dilê xwe de got, ew têkoşer e û riya şerefê pejirandiye. Serdana wî bandor li gelek ciwanan kir. Hema bi lez ez çûm û min navê xwe li tugeyê qeyd kir û ez jî tevlî refên YPG`ê bûm."

Şehadet

Piştî dewreyên fikrî û leşkerî, Xeyrî tevlî gelek şerên dijwar dibe, jê şerê Til Elo. Di wî şerî de rêheval Xeyrî û fermendarê koma wan heval Refîq şehîd dikevin. Xeyrî bi şehadeta Refîq gelek bi bandor dibe û israr dike ku heya nefesa dawiyê şerê çeteyan bike. Wê demê vê gotinê dibêje: "Em hemû wê bidin ser vê rêyê û em hemû amadene ku şehîd bibin”.

Xeyrî Xelef bi nasnav Şoreş Xezne di şerê gundê Çêlîka yê girêdayî Tirbespiyê di 10`ê Tebaxa 2013`an de şehîd dikeve.

(şx)

ANHA