Gelo dê senaryoya Efrînê li Til Rifatê dubare bibe?

ءGelek gotegotên girêdayî rewşa navçeya Til Rifatê, lihevkirina Rûsî-Tirkiyê ku dê senaryoya Efrînê lê were dubarekirin belav bûne. Ji aliyekî din ve metirsiyên êrîşek leşkeri li Til Rifatê zêde dibin. Di rewşek wisan de dê karesatek mirovî rû bide û 25 hezar sivîl koçber bibin.

Gelo dê senaryoya Efrînê li Til Rifatê dubare bibe?
Gelo dê senaryoya Efrînê li Til Rifatê dubare bibe?
Gelo dê senaryoya Efrînê li Til Rifatê dubare bibe?
Gelo dê senaryoya Efrînê li Til Rifatê dubare bibe?
Gelo dê senaryoya Efrînê li Til Rifatê dubare bibe?
Gelo dê senaryoya Efrînê li Til Rifatê dubare bibe?
Gelo dê senaryoya Efrînê li Til Rifatê dubare bibe?
19 nîsan, 2019   04:38
ŞEHBA-ŞERVÎN MISTEFA

Til Rifat girêdayî kantona Şehbayê ye û dikeve gundewarê bakurê Helebê. Zêdetirî 22 hezar sivîl ji şêniyên Efrînê tevî, 2 hezar û 500 jî şêniyên resen ên navçeyê li Til Rifatê dimînin.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, di 18’ê Adara 2018’an Efrîn dagir kirin, bi hezara şêniyên Efrînê neçar man ber bi kantona Şehbayê ve herin. Şênî li gund û navçeyên kantonê belav bûn. Zêdetirî 22 hezar ji şêniyên Efrînê li navçeya Til Rifatê bi cih bûn.

Ji ber valabûna wê ji xwe re kirin kamp

Navçe jî wek gelek bajarên Sûriyê di aloziya heyî re derbas bûye. Di encama şerên navbera komên çekdar, bi taybet şerên di navbera komên çekdar û rêjîma Sûriyê de ku di van salên dawî de rûdane, wêran bûye. Piraniya mal û binesaziya navçeyê ruxiyaye.

ji ber wan şeran û mayînên ku  komên çekdar ên navçe kiribûn bi serweriya xwe, bi hezaran şêniyên Til Rifatê berê xwe dan kampên Tirkiyê. Navçe vala bû.

Şênî heya vegera Efrînê xwe birêxistin dikin

Şêniyên Efrînê û Şehbayê xwe li Til Rifatê birêxistin kirin û xwe bi xwe karên xwe birêvebirin. Di navçeyê de meclis û 15 komîn hatin avakirin.

Her wiha şêniyan Şaredariya Gel li navçeyê ava kirin. Li gel tunebûna rêxistinên pisporê rakirina bermahî û mayînan, Şaredariyê hewl da malên ku hema bêje wêran bûne paqij bike, bermahî rake, pêdiviyên malan ji pencere, derî, xezanên avê û jeneretor peyda bike. Tevî van xebatan jî hindek mal û zevî hîna mayîn lê hene. Di encama teqîna wan mayînan de heta niha 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û gelek din jî birîndar bûn, piraniya wan zarok bûn.

Heyva Sor a Kurd li rex komîteyên xêrxwestinê Buroya Mirovahî vekirin da ku alîkariyên tenduristî û alîkariyên din pêşkêşî şêniyan bikin.

Meclisa navçeyê berê, mehê du caran alîkarî li şêniyan belav dikir, lê ji ber paşguhkirina rêxistinên mirovî pêşkêşkirina alîkariyan niha tenê mehê carekê çêdibe.

Rewşa heyî

Navçeya Til Rifat dikeve navbera bajarên Meri û Ezaz de û 18 km ji sînorên Tirkiyê dûr e. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li deverên ku bicih bûne li nêzî navçeyê  dewriyên xwe zêde kirine, di hewldanekê de ji bo êrîşkirina navçeyê.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dem dem navçeyê topbaran dikin. Herî dawî şeva 12`ê Nîsanê, çeteyan derdora navçeyê bi armanca tirsandina şêniyan û koçberkirina wan tobaran kirin. Di encama topbaranan de du sivîl yek jê zarok birîndar bûn.

Piştî bicihbûna şêniyên Efrîn û Şehbayê li navçeyê, navçe qerebeliq bûye û gelek dikan tê de hatine vekirin. Hindek niştecihên navçeyê dibînin ku navçe ewle ye û pêdivî lê peyda dibin.

Lê  hindek şêniyên ku gelek caran koçber bûne, ditirsin ku carek din koçber bibin.

Nûçegihanê me di nav navçeya Til Rifatê de geriya û nêrînên şêniyan girtin. Piraniya pirsên şêniyan girêdayî siyaseta ku li dijî wan tê meşandin e. Dibêjin gelo dibe ku carek din koçber bibin û dê bi ku derê ve biçin? Ji aliyekî din ve hindek şênî hêviya xwe bi berdewamkirina jiyanê li herêmê û domandina ewlehiyê rave kirin.

Hevserokê Meclisa navçeya Til Rifatê Mihemed Henan teqez kir ku ew hewl didin pêdiviyên şêniyan li gel şert û mercên dijwar ên dorpêçê û paşguhkirina rêxistinan peyda bikin.

Henan wiha domand: "Dema êrîşek an jî pevçûnek leşkerî li herêmê rû bide, metirsiya rûdana kerastek mirovî li gel hejmara zêde ya koçberan heye."

Di van demên dawîn de gotegotên girêdayî vekişîna hêzên Rûsyayê ji navçeya Til Rifatê, lihevkirina di navbera Rûsya û Tirkiyê de li gel hebûna nuqteyên rêjîma Sûriyê û hêzên Îranê belav bûn.

Rûsya nuqteyên xwe yên li Til Rifatê radestî hêzên rêjîma Sûriyê kirin û çekên giran sivik kirin. Lê hêzên Rûsyayê li navendên xwe yên sereke li Til Rifatê û gundên derdorê hene û dewriyan bi awayekî domdar dimeşîne.

Di çarçoveya belavbûna gotegotên girêdayî vekişîna Rûsya ji herêmê metirsiyên şêniyan bi dubarekirina senaryoya dagirkirina Efrînê, hene. Artêşa Tirk a dagirker piştî vekişîna hêzên Rûsyayê ji Efrînê di 20`ê Çileya 2018`an dest bi êrîşî Efrînê  kir û Efrîn di 18`ê Adara 2018`an de dagir kir. Şênî beriya vê di 18`ê Adara 2019`an de nameyek radestî hêzên Rûsyayê kirin. Di nameyê de şêniyan bang li Rûsyayê kirin ku desteka Tirkiyê rawestîne û Tirkiyê ji Efrînê derxîne.

(şx)

ANHA