Meclisa Sivîl a Reqayê destkeftiyên mezin bidest dixe

365 roj ango salek têrê kir ku Meclisa Sivîl a Reqayê tevî derfetên kêm gelek destkeftiyan li ser tevahiya waran bi dest bixe. Meclisê hewl da di demek kurt de gavên girîng bavêje. Her wiha gelek projeyên pêşerojê ji bo pêşxistina warê xizmetguzarî daniye pêşiya xwe.

Meclisa Sivîl a Reqayê destkeftiyên mezin bidest dixe
Meclisa Sivîl a Reqayê destkeftiyên mezin bidest dixe
18 nîsan, 2019   04:40
REQA-UDEY EL-EHMED –HEMED EL-MISTEFA

Meclisa Sivîl a Reqayê di 18’ê Nîsana 2017’an li navçeya Eyn Îsayê bi riya civînekê hat avakirin. Rûspiyên herêmê tevlî civînê bibûn. Piştî ku QSD’ê rizgarkirina Reqayê ragihand, (17`ê Cotmeha 2017), meclisê bi lez dest bi paqijkirina bajêr kir. Bi vê mebestê wesayîtên xizmetguzariyê yên Komîteya Jinûveavakirinê derbasî bajêr bûn, dest bi rakirina bermahiyan kirin. Rê bi alîkariya tîmên endezeyê yên Hêzên Ewlehiya Hundirîn vekirin û mayîn bê bandorkirin.

Bi boneya salvegera duyemîn a avakirina Meclisa Sivîl a Reqayê, ajansa me hevdîtinek bi endamê Desteya Hevserokatiya Meclisa Reqayê  Munîr El-Xelef re çêkir.  El-Xelef derkeftiyên meclisê di sala xwe ya duyem de bi bîr xist û got: "Di demek kin de me gelek projeyên mezin pêk anîn. Piştî tevlibûna zêdetirî 10 hezar endam di saziyên sivîl û civakî yên girêdayî meclisê de,  me baweriya gel bi dest xist."

Di nav derfetên sînordar de zêdetirî 100 hezar xwendekar beşdarî prosesa perwerdehiyê bûn

Di dirêjahiya 4 salan de ku Reqa ji hêla çeteyên DAIŞ`ê ve hatibû dagirkirin, piştî girtina dibistanan bi hincetên nerast, zarokên herêmê ji xwendinê bê par man. Ji nûve vegerandina wan zarokan ji xwendinê re li pêşiya Meclisa Sivîl a Reqayê bû pirsgirêk.

Têkildarî mijarê Munîr El-Xelef kedên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ji bo biserxistina prosesa perwerdehiyê anî ziman. El-Xelef diyar kir ku komîteyê di salekê de derdora 82 dibistan li navenda bajêr sererast kirin û zêdetirî hezar xwendekarî ji tevahiya astên xwendinê hemêz kir. Ji bo wê jî kadroyek ku ji 5 hezar mamosteyan ji beşên cuda pêk tê eyar kir.

Xwezaya herêmê ya aborî planên berfireh li pêşiya meclisê xêz kirin

Ji ber ku xewzaya herêmê çandinî ye, Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê li ser asta piraniya hilberînan, gelek planên ji bo piştgiriya warê çandiniyê danîn.

El-Xelef di axaftina xwe de di vî warî de diyar kir ku di plansaziyên xwe yên îsal de makenîzmeya avakirina kooperetîfên çandiniyê dinirxînin da ku rolek mezin di geşpêdana warê çandiniyê de bilîze. Her wiha zeviyan bi rêxistin bikin ji bo ku semad, derman û sotemenî ji tevahiya cotkaran re werin peyda kirin. Tevî wê jî sererastkirina 12 stasyonên avdanê yên ku DAIŞ’ê wêran kiribûn.

Derfetên kêm li pêşiya pêkanîna plansaziya pêşerojê dibin asteng

Di van du salan de Meclisa Sivîl a Reqayê hewl da û hîna hewl dide xebatên xwe bîne cih. Lê derfetên kêm li pêşiya wan hewldanan dibin bend.

Di vî warî de El-Xelef bal kişand ser hindek manşêtên ku Meclisa Sivîl a Reqayê weke serenava plansaziya xwe ya sala sêyem daye û diyar kir di van rojên pêşiya me de pira Reqa ya kevin were vekirin. Tevî sererastkirina nexweşxaneya Reqayê ya Wetanî piştî ku bi temamî ji xizmetê derketibû. Her wiha di çend rojên din de nexweşxane jî tê vekirin.

Di dawiyê de El-Xelef ev tişt anî ziman: "Di plansaziya me ya bê de em ê girîngî bidin pêşxistin, jinûve sererastkirina warên xizmetguzarî  û peydakirina hîmen jiyanê yên sereke, kehrebe û av. Ev her du qadên xizmetê, alav û tiştên wê ji aliyê çeteyan ve hatibûn talan kirin. Tevî wêrankirina hejmarek ji stasyonên ava vexwarinê yên bi awayekî neyînî bandor li jiyana rojane ya şêniyên Reqayê dikin."

(şx)

ANHA