Îsraîl, zarokek qetil kir û 66 kes birîndar kirin

Artêşa Îsraîlê îro di çarçoveya çalakiya 54 a meşên vegerê û rakirina dorpêça li ser Xezayê de zarokekî Filistînî qetil kir û 66 jî birîndar kirin.

Îsraîl, zarokek qetil kir û 66 kes birîndar kirin
12 nîsan, 2019   17:54
XEZA

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê di gulebarana hêzên Îsraîlê ya li dijî çalakgeran de zarokekî 15 salî mir û 66 kesên din, di nav de 15 zarok, 6 jin hemşîre birîndar bûn.

Nûçegihanê me diyar kir ku artêşa Îsraîlê fîşek û gazên rûndikrêj li çalakgerên aştiyen reşandin.

Welatiyên Filistînê ji 30‘yê Adara 2018‘an ve li ser sînorê Xeza û Îsraîlê de çalakiyên protestoyî li dar dixin, banga rakirina dorpêça li ser Xezayê û vegera Filistîniyên ku ji sala 1948 ji warê xwe hatin derxistin, dikin.

ANHA