Goreke komî ya kurdên hatin enfalkirin li bajarê Semawayê hate dîtin

Waliyê Mûsena Ehmed Menfî Cewde  daxuya kirin ku goreke komî ya Kurdên ji aliyê rejîma Sedam Hisên ve hatine qetilkirin hate dîtin.

Goreke komî ya kurdên hatin enfalkirin li bajarê Semawayê hate dîtin
Goreke komî ya kurdên hatin enfalkirin li bajarê Semawayê hate dîtin
Goreke komî ya kurdên hatin enfalkirin li bajarê Semawayê hate dîtin
Goreke komî ya kurdên hatin enfalkirin li bajarê Semawayê hate dîtin
Goreke komî ya kurdên hatin enfalkirin li bajarê Semawayê hate dîtin
12 nîsan, 2019   18:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Waliyê Mûsena Ehmed Menfî Cewde  îro bi daxuyaniyekê  eşkere kir ku gorek komî ya ku Kurdên hatine enfalkirin têde ne dîtine.

Di daxuyaniya Waliyê Mûsena Ehmed Menfî Cewde de wiha tê gotin; "Li Biyabanî ya bajarê Semawe ya navenda parêzgeha Mûsena gorek komî ya dema rejîma berê ya Iraqê hate dîtin. Kesên di vê gora komî de Kurd bûn. "

Ji berî çend rojan Wezareta Mafa Mirovan a Iraqê dabû xuyakirin ku tîmên wan li başûrê Iraqê dest bi gerîna gorên komî kirine, ji bo ku gorên komî yên ji dema rejîma Seddam Hisên mane bibînin.

Di sala 1988'an de di 8 qoxan de rejîma Seddam Hisên gelê Kurd enfal kir. Bi giştî 182 hezar Kurd hatin kuştin û windakirin.