Di navbera çeteyên Tirkiyê û Meclisa Leşkerî ya Babê de şer diqewime

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Biwêhîc ê rojhilatê bajarê Babê topbaran dike, şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê bersiva êrîşan dide.

Di navbera çeteyên Tirkiyê û Meclisa Leşkerî ya Babê de şer diqewime
12 nîsan, 2019   17:31
MINBIC

Çavkaniyên xwecehî ji ANHA‘yê re diyar kirin ku çeteyên Mertala Firatê ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Babê li gundê Biwêhîc ê rojhilatê Babê topbaran kir. Her wiha ragihandin ku şervanên melisa Babê bersiva topbaran dan, di encamê de şer rû da.

Nûçegihanên me ji herêmê diyar kirin ku di heman demê de dagirkeriya Tirkiyê gund topbaran dike. Der barê ziyanan de agahî nehatin bidestxistin.

Topbaran didome.

ANHA