Salvegera vekirina Akademiya Firatê hate pîrozkirin

Salvegera yekemîn a vekirina Akademiya Firat a Raman û Zanist a mamoseteyan bi şahiyekê hate pîrozkirin.

Salvegera vekirina Akademiya Firatê hate pîrozkirin
Salvegera vekirina Akademiya Firatê hate pîrozkirin
Salvegera vekirina Akademiya Firatê hate pîrozkirin
Salvegera vekirina Akademiya Firatê hate pîrozkirin
Salvegera vekirina Akademiya Firatê hate pîrozkirin
Salvegera vekirina Akademiya Firatê hate pîrozkirin
Salvegera vekirina Akademiya Firatê hate pîrozkirin
Salvegera vekirina Akademiya Firatê hate pîrozkirin
11 nîsan, 2019   19:08
REQA

Şahî ji aliyê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê ve li avahiya Komîmteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê ya li taxa Mişlebê hate lidarxistin. Endamên meclisa sivîl, Meclisa Ciwanên Reqayê, Rêveberiya Jin û bi dehan mamosteyên herêma Reqayê beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de gelek axaftin hatin kirin. Bi navê Akademiya Firatê Casim El-Elî got: "Mamoste bingeha avakirina prosesa perwerde û fêrkirinê ne, nemaze ku di salên şer û belavbûna fikrê tarî li herêmê de. Lew ra ev akademî hate vekirin da ku bibe bingeha pêşxistina mamosteyan li ser bingehê belavbûna fikrê durist."

Bi navê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriêy Receb El-Muşrif jî axivî û got: "Dema em şagirtan pêş dixin civak pêş dikeve, felsefeya me felseya demokratîk e, bi vê akademiyê em ê fikrê tarî ji holê rakin."

Endama Rêveberiya Jin Zuleyxa Ebdî jî ji aliyê xwe ve bang li jinan kir ku beşdarî dewreyên perwerdeyê bibin û ji rizgarkirina civakê ji hişmendiya teng têkoşînê bikin.

Di şahiyê de, bi navê Meclisa Ciwanên Reqayê Îbrahîm El-Îsa axivî û got ciwanên herêmê bi hemû enerjiya xwe dixebitin da ku Sûriyeke demokratîk, pirreng û ne navendî were avakirin.

Piştî axaftinan helbest hatin xwendin û li ber stranan govend hatin gerandin.

Hêjaye bi bîrxistin, akademî di 11‘ê Nîsana 2019‘an hat vekirin, ji wê demê ve bi tevlêbûna 400 mamosteyan 7 dewreyên perwerdeyê qedandine.

ANHA